11 Samûêl pirsî û got: “Te çi kir?” Şawûl got: “Gel xwe ji min dida alî. Tu jî di roja kifşkirî de nehatî. Bi ser de Filîstî li Mîkmasê kom bûn. Li ser vê yekê min got:
‘Niha Filîstî wê li Gîlgalê bi ser min de bên. Lê belê hê min alîkariya Xudan nexwestibû.’ Ji ber vê yekê min pêwîst dît ku ez bixwe qurbana şewitandinê pêşkêş bikim.”
wî ji nav gel sê hezar kes hilbijartin. Ji wan, du hezar kes li Mîkmasê û li herêma çiyayî ya Bêt-Êlê pê re bûn. Hezarê din jî li bajarê Gîvayê yê welatê Binyamîn bi Yonatan re bûn. Kesên din jî wî şandin konên xwe.
Filîstî kom bû ku li dijî gelê Îsraêl şer bikin. Sê hezar erebeyên şer, şeş hezar leşkerên siwarî û bi qasî sêlaka ber deryayê, xweyî artêşeke qelebalix bûn. Çûn li rojhilatê Bêtawenê, li Mîkmasê artêşgehek danîn.