5 Di wê kêliyê de Şawûl li pey gayên xwe ji zeviyê vedigeriya. Wî got: “Çi qewimiye? Çima hûn wisa digirîn?” Tiştên ku Yavêşiyan gotibûn, jê re jî gotin.
Êlyas rabû, ji wir çû û Êlîşayê kurê Şafat dît. Êlîşa li ber wî, bi duwanzdeh cotên gayan cot dikir. Ew bi cotê duwanzdehan re bû. Êlyas derbasî aliyê wî bû û ebayê xwe avêt ser wî.