11 Roja din Şawûl zilamên xwe kirin sê beş. Ew di nobeta sibehê de ketin artêşgeha Emmoniyan. Qirkirin heta germa rojê berdewam kir. Kesên sax man belav bûn. Kit ji wan nehiştin.
Çimkî hûn bi çi awayî yên din dadbar bikin, hûn jî, hûnê bi wî awayî bên dadbarkirin. Hûn bi kîjan pîvanê bipîvin, wê bi wê pîvanê ji we re jî bê pîvandin.
Adonî-Bezeq got: “Heftê padîşahên ku tiliyên mezin ên dest û lingên wan hatine jêkirin, ji bermayiyên sifreya min dixwarin. Xwedê bergîdana kirinên min da.” Wan ew anî Orşelîmê û ew li wir mir.
Bi vî awayî her sê yekîneyan, xetîre kiribûn destê xwe yê çepê û borî kiribûn destê xwe yê rastê û li boriyan dixistin, cerên xwe dişikandin û diqîriyan. Wan digot: “Her bijî şûrê Xudan û Gîdyon!”
Piştî Şawûl bû padîşahê gelê Îsraêl, wî li dijî hemû dijminên xwe şer kir; li dijî Moavî, Emmonî, Edomî, padîşahên Sovayê û Filîstiyan. Wî berê xwe dida ku bi ser diket.