Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Samûêl I, 1:23 - Kurmanji Încîl

23 Êlqana li ser vê yekê wiha got: “Çawa dixwazî wisa bike. Heta zarok ji şîr hat vekirin, li vir bimîne. Bila Xudan soza xwe pêk bîne.” Îcar heta ku kurê Hannayê ji şîr vebû, li malê ma û wê şîr dayê.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Samûêl I, 1:23
12 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

“Ya Xwedê Xudan, bila gotina xwe ya te li ser xulamê xwe û mala wî gotibû, heta hetayê pêk bîne. Çawa ku te got bike.


Gava ez rabûm ku şîr bidim kurê xwe, min dît ku miriye. Lê serê sibê min bala xwe dayê û dît ku ne kurê min e ku min anîbû dinyayê.”


Tu yî, yê ku ez deranîm ji malzaroka dê, Te ez parastim li ber pêsîra dê.


Yê ku peyva xulamê xwe bi cih tîne Û şîreta qasidên xwe pêk tîne, ez im. Yê ku ji bo Orşelîmê dibêje: ‘Wê tê de bê rûniştin’ Û ji bo bajarên Cihûdayê dibêje: ‘Wê bên çêkirin. Ezê wêraneyên wan dîsa ava bikim’ ez im.


Lê gava mêrê wê vê yekê bibihîze, ew bi tevahî betal bike, wê tevahiya soza ku ji devê wê derketiye û barên ku wê xwe xistiye binî betal bibin. Mêrê wê ew betal kirine û wê Xudan wê bibexişîne.


Lê wey li wan ên ku di wan rojan de bizaro ne û dimêjînin!


Çaxê Îsa hê ev tişt digotin, jinekê ji elaletê dengê xwe hilda û ji wî re got: «Xwezî bi wî zikê ku tu aniyî û bi wan çiçikên ku tu mêjandiyî.»


Elî lê vegerand û got: “Nexwe bi xêr û silamet here. Bila Xwedayê Îsraêl daxwaza te pêk bîne.”


Şawûl got: “Em bi şev bikevin pey Filîstiyan. Heta serê sibê em wan talan bikin û kit ji wan nehêlin.” Wan got: “Çawa dixwazî wisa bike.” Lê kahin got: “Ka em binêrin Xwedê çi dibêje.”


Ji gel re got: “Hûn li aliyekî bin, ez û Yonatanê kurê xwe jî emê li aliyekî bin.” Gel ji Şawûl re got: “Çi baş be wê bike.”


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ