10 Ez jina Mahlon a jinebî, Rûta Moavî ji xwe re tînim ku navê Mahlonê mirî bi mîrasa wî re bajo, li nav birayan û bajarokê wî bimîne. Hûn îro ji vê re bûn şahid.”
Gotina Xudanê Karîndar ev e: “Wê rojê ezê ji welêt navê pûtan rakim. Wê careke din navê wan neyê bibîranîn. Ezê pêxemberên derewîn û ruhê qirêjî ji welêt dûr bixim.
Hûn dibêjin: “Çima?” Çimkî Xudan di navbera te û jina ciwaniya te de şahid bû. Lê tevî ku ew hevala te û jina ku te pê re peyman çêkir û zewicî, te pê re bêbextî kir.
Gava Kenanî û hemû şêniyên welêt vê yekê bibihîzin, wê dor li me bipêçin û navê me ji rûyê erdê rakin. Gelo tê ji bo parastina navê xwe yê mezin çi bikî?”