Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Nivîsa Rûta Pîrika Dawidê Padîşah 4:1 - Kurmanji Încîl

1 Bowaz çûbû û li ber dergehê bajêr rûniştibû. Gava ew merivê nêzîktir ê ku Bowaz behsa wî kiribû, di wê derê re derbas dibû, bangî wî kir û got: “Keremke were rûne.” Zilam jî hat û rûnişt.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Nivîsa Rûta Pîrika Dawidê Padîşah 4:1
21 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Ew herdu milyaket êvarê gihîştin Sodomê. Lût di nav dergehê bajêr de rûdinişt. Gava wî ew dîtin, rabû ser lingan, çû pêşiya wan, deverû çû erdê û got:


Efronê Hîtîtî di nav gelê xwe de rûniştibû. Wî bi dengekî bilind gazî li Hîtîtiyan kir ku li ber dergehê bajêr kom bûne, got:


Hamor û Şexemê kurê wî çûn ber dergehê bajêr ku bi mêrên bajêr re bipeyivin. Wan got:


Serê sibê zû radibû, li kêleka riya ku diçe dergehê bajêr disekinî. Ji kesên ji bo doza xwe diçûn ba padîşah dipirsî: “Tu ji ku yî?” Ji kîjan eşîra gelê Îsraêl bûna digotin.


“Dema ez di dergehê bajêr re derbas dibûm Û min li meydanê kursiyê xwe datanî,


Heke ji ber min li dergehê bajêr alîgir dîtin, Min destê xwe li dijî sêwiyan rakiribe,


Yên li ber derî rûniştî xeyba min dikin, Û ez bûm strana serxweşan.


Mêrê wê li dergehên bajêr tê naskirin Û li wir bi rîspiyên welêt re rûdine.


“Ya her kesên ku tî bûne, werin avê! Ya kesên bêpere! Werin, bikirin û bixwin! Werin! Bêpere û bêbergîdan Şîr û şerabê bikirin!


Min nivîsa kirînê nivîsand, ew mor kir, bi şahidan da îmzekirin û zîv li ser mêzînê kişand.


Ji xerabiyê nefret, ji qenciyê hez bikin. Li ber dergehê bajêr edaletê biparêzin. Belkî Xwedayê Karîndar Xudan, Li bermayiyên Ûsiv were rehmê.


Gotina Xudan ev e: “Rabin, rabin! Ji herêma bakur birevin. Ji ber ku min hûn li çar aliyên ezmanan belav kirin.” Ev e gotina Xudan.


“Li bajarên ku Xwedayê we Xudan dide we, hûnê ji bo her eşîrê dadger û serekan kifş bikin. Divê ew gel bi edaletê îdare bikin.


wê gavê hûnê zilam an jina ku ev xerabî kiriye, derxin ber dergehê bajarê xwe, bidin ber keviran û bikujin.


wê gavê wê dê û bavê wî hildin wî bibin ba rîspiyên li ber dergehê bajarê wî.


Lê heke zilam nexwaze bi jina birayê xwe ya bî re bizewice, wê jina birayê wî here dergehê bajêr, pêşberî rîspiyan û bêje: ‘Tiyê min naxwaze li gelê Îsraêl navê birayê wî berdewam bike. Ew naxwaze wezîfeya xwe ya tiyîtiyê ji bo min pêk bîne.’


Kesê ku bûye sedema mirina kesekî, wê bireve yek ji van bajaran û li ber dergehê bajêr rewşa xwe ji rîspiyên bajêr re bêje. Paşê wê wî kesî bînin bajêr, cihekî bidinê û wê li ba wan bimîne.


Rast e, ez xweyiyekî we yê nêzîk im. Lê merivekî hê ji min nêzîktir heye.


Naomî got: “Keça min, heta ku tu hîn bûyî ka ev kar çawa çêdibe, sebir bike. Çimkî Bowaz, îro heta vî karî neqedîne nasekine.”


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ