Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Peyxam 22:9 - Kurmanji Încîl

9 Lê wî ji min re got: «Nebe ku tu vê yekê bikî! Ez xizmet-hevalê te me, yê birayên te yên pêxember û yê wan kesan im ku peyvên vê kitêbê digirin. Ji Xwedê re here ser çokan.»

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Peymana Nû (Încîl)

9 Lê ewî minrʼa got: «Vê yekê neke! Ez jî heval-xulamekî mîna te û wan birêd te pʼêxembera û wan hʼemûya me, yêd ku xeberêd vê kʼitêbê xwey dikin. Serê xwe li ber Xwedê dayne».

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

9 Ле әԝи мьнрʼа гот: «Ве йәке нәкә! Әз жи һәвал-хӧламәки мина тә у ԝан бьред тә пʼехәмбәра у ԝан һʼәмуйа мә, йед кӧ хәбәред ве кʼьтебе хԝәй дькьн. Сәре хԝә ль бәр Хԝәде дайнә».

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

9 بله اَوی گُتَ مِن: «تِ نابی وه شُله بِگَی! اَز ژی بینا تَ خُلامَگِم، بینا تَ و بینا بِرایِت تَ آنی پِیغَمبَرا و بینا اَونه گو قِسه وه کِتِبه تینِنَ جی. پَرستِشا خدا بِگَ.»

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Peyxam 22:9
19 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Lê hûnê biperizin Xudanê ku bi hêzeke mezin û zendê xwe yê dirêjkirî hûn ji welatê Misrê deranîn. Li ber wî deverû herin erdê û jê re qurbanan serjê bikin.


Û padîşah, wê rindiya te bixwaze, Ew e mîrê te, li pêş wî bitewe.


Çimkî tê neperizî îlahan. Ez Xudan im û navê min Xîret e. Xwedayekî xîretkêş im.


û jê re got: «Eger tu li ber min herî ser çokan û biperizî min, ezê van hemûyan bidim te.»


Îcar, eger tu ji min re herî ser çokan, hemû wê bibin ên te.»


Gava hûn bala xwe bidin ezmanan û roj, heyv, stêr û hemû nexşên li ezmanan bibînin, ji rê dernekevin! Li ber wan xwe netewînin û ji wan re xulamiyê nekin. Jixwe van tiştan Xwedayê we Xudan wekî par da hemû gelên bin ezmanan.


Em dizanin ku Kurê Xwedê hatiye û ji bo ku em Yê Rast nas bikin, fêmdarî daye me. Û em bi Yê Rast re, bi Kurê wî Îsa Mesîh re ne. Xwedayê rast û jiyana herheyî ev e.


Ev peyxama Îsa Mesîh e ya ku Xwedê da wî, da ku wan tiştên ku divê di nêzîk de çêbin nîşanî xulamên wî bide. Û wî ev bi destê milyaketê xwe şand û ew bi xulamê xwe Yûhenna da zanîn.


û digot: «Tiştê ku tu dibînî, di kitêbê de binivîse û ji heft civînên bawermendan re bişîne, yên ku li Efes, Izmîr, Pergama, Tiyatîra, Sardeys, Filadelfiya û li Lawdikyayê ne.»


Bi dengekî bilind digot: «Ji Xwedê bitirsin û rûmetê bidin wî, çimkî saeta ku ew dîwanê bike, hat. Biperizin wî yê ku erd û ezman, derya û çavkaniyên avê afirandine.»


Ya Xudan, kî natirse Û rûmetê nade navê te? Çimkî bi tenê tu pîroz î, Hemû milet wê bên Û li ber te herin ser çokan, Çimkî karên te yên dadperwer eşkere bûn.»


Û ez li ber lingên wî deverû çûm ser çokan, ku ez biperizim wî. Lê wî ji min re got: «Nebe ku tu vê yekê bikî! Ez xizmet-hevalê te û xizmet-hevalê birayên te me, yên ku şahidiya Îsa bi wan re ye. Biperize Xwedê, çimkî şahidiya Îsa ruhê pêxemberîtiyê ye.»


Hingê wî ji min re got: «Peyvên pêxemberîtiyê yên vê kitêbê mor neke, çimkî wext nêzîk e.


Ez ji her kesê ku peyvên pêxemberîtiyê yên vê kitêbê dibihîze re şahidiyê dikim: Eger mirovek tiştekî li ser van zêde bike, Xwedê wê van belayên ku di vê kitêbê de nivîsî ne bîne serê wî.


«Va ye, ez zû têm. Xwezî bi wî yê ku peyvên pêxemberîtiyê yên vê kitêbê digire!»


bîst û çar rihspî li ber yê ku li ser text rûniştiye deverû diçin ser çokan, diperizin wî yê ku her û her dijî û tacên xwe datînin ber text û dibêjin:


Û ew mirovên ku bi şûn de mabûn û bi van belayan nehatibûn kuştin, ji wan pûtên ku bi destên xwe çêdikirin, tobe nekirin. Dev ji perizîna cin û wan pûtan bernedan, yên ku zêrîn, zîvîn, tûncîn, kevirîn û darîn in û nabînin, nabihîzin û rêve naçin.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ