Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Peyxam 22:11 - Kurmanji Încîl

11 Yê ku neheqiyê dike, bila bêtir neheqiyê bike, yê pîs bila pîstir be, yê rastdar bila bêtir rastiyê bike û yê pîroz bila pîroztir be.»

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Peymana Nû (Încîl)

11 Ewê ku neheqîyê dike, bira hê neheqîyê bike, ewê ku kʼirêt e, bira hê kʼirêtîyê bike, ewê ku rʼast e, bira hê rʼastîyê bike û ewê ku pîroz e, bira hê pîroz be».

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

11 Әԝе кӧ нәһәԛийе дькә, бьра һе нәһәԛийе бькә, әԝе кӧ кʼьрет ә, бьра һе кʼьретийе бькә, әԝе кӧ рʼаст ә, бьра һе рʼастийе бькә у әԝе кӧ пироз ә, бьра һе пироз бә».

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

11 بِلا اَوه شُل پیس هَ پیسیتیه بِگَت، مِرُوه مفسد هَ فِساده بِگَت، مِرُوه صالِح هَ شُلا دوز بِگَت و مِرُوه مُقدس ژی هَ مُقدس بِمینیت.»

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Peyxam 22:11
22 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Kesên rast ji riya xwe averê nabin, Kesên destpak her ku diçe hêzdartir dibin.


Min jî ew bi dilê wan ê hişk ve hêşt, Da ku ew bi şîretên xwe rêve herin.


Kesê xerab bi xerabiya xwe xera dibe, Lê di mirinê de jî sitargeha rastan heye.


Riya rastan wekî ronahiya berbangê ye Ku heta nîvro her diçe ronahiyê dide.


Heke ewr bi avê tije bin, Wê bi ser erdê ve bibarin. Darek bi aliyê başûr an bi aliyê bakur ve biqelibe, Wê li dera ku qelibiye bimîne.


Wê gelek kes xwe pîr û pak bikin û bêqisûr bikin. Wê xerab xerabiya xwe bidomînin û fêm nekin. Lê belê yên şehreza wê fêm bikin.


Dev ji wan berdin! Ew kor in, rêberên koran in. Eger kor rêberiya yê kor bike, herdu jî wê bikevin çalê.»


Li kêleka rê dareke hêjîrê dît û nêzîkî wê bû, lê ji pelan pê ve tiştek bi wê ve nedît. Hingê wî ji darê re got: «Bila careke din êdî tu caran tu ber nedî!» Dara hêjîrê di cih de hişk bû.


Lê çaxê ew çûn ku dohn bikirrin, zava hat. Keçikên ku amade bûn bi wî re ketin şahiya dîlanê û derî hat dadan.


da ku hûn bibin zarokên Bavê xwe yê li ezmanan. Çimkî ew tava xwe hem li ser xeraban û hem jî li ser qencan dertîne û barana xwe bi ser rast û nerastan de dibarîne.


Xwezî bi wan ên ku tî û birçiyên rastdariyê ne, Çimkî ewê bên têrkirin.


Wî dîsa ji wan re got: «Ez diçim; hûnê li min bigerin û hûnê di nav gunehên xwe de bimirin. Hûn nikarin bên cihê ku ez diçimê.»


da ku Civînê bi rewneqiya wê ve pêşkêşî xwe bi xwe bike, ku tu leke an qermîçek an tiştekî wek van li ser wê nebe, lê belê ew pîroz û bêleke be.


Lê niha wî hûn bi mirina Mesîh a di bedenê de, bi xwe re li hev anîn, da ku we li ber xwe pîroz, bêleke û bêqusûr derxe.


Lê mirovên xerab û derewîn wê di xerabiyê de hê bêtir pêşve herin, wê bixapînin û bên xapandin.


Xilaskarê me Xwedayê tenê, dikare we ji ketinê biparêze û bi şahiyeke mezin, bêleke we derxe ber rûmeta xwe;


Ji ezmên teyroka mezin ya bi giraniya telantekê li ser mirovan barî. Mirovan jî ji ber belaya teyrokê çêrî Xwedê kirin, çimkî bela wê gelek mezin bû.


Êdî tiştê nifirlêbûyî wê qet nebe. Textê Xwedê û Berx wê di nav bajêr de be û xulamên wî wê xizmetê ji wî re bikin.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ