Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Peyxam 18:3 - Kurmanji Încîl

3 Çimkî ji şeraba fuhûşiya wê ya har Hemû miletan vexwar Û padîşahên dinyayê bi wê re fuhûşî kirin; Û bazirganên dinyayê ji zêdehiya kêfa wê dewlemend bûn.»

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Peymana Nû (Încîl)

3 Çimkî ji wê şerava qavîya wêye har hʼemû mileta hilda vexwar, pʼadşêd dinyayê tʼevî wê qavî kirin, bazirganêd dinyayê ji agirê dilê wê dewletî bûn».

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

3 Чьмки жь ԝе шәрава ԛавийа ԝейә һар һʼәму мьләта һьлда вәхԝар, пʼадшед дьнйайе тʼәви ԝе ԛави кьрьн, базьрганед дьнйайе жь агьре дьле ԝе дәԝләти бун».

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

3 چون گو تواوی مِلَتا ژه شَرابا شهوتا به ناموسیا وی وَخارِنَ، و پاشایِت دُنیایه گَل ویدا زِنا گِرِنَ، و بازِرگانه دُنیایه ژه زِدَتیا کَیفا ژیانا وی دَولمَند بونَ.»

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Peyxam 18:3
17 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Kesên bi wan re ked didî Û ji zarokatiya xwe ve bi wan re didî û distînî, Wê ji bo te wiha bin. Hemû bi riya xwe ve herin. Kesê te rizgar bike wê tunebe.


“Nebûxadnessarê Padîşahê Babîlê em têk birin, Wî em daqurtandin, kirin taximê vala Û wekî cinawirê deryayê em daqurtandin. Wî zikê xwe bi xweşiyên me tije kir, Lê paşê em vereşandin.


Babîl kasa zêrîn bû di destê Xudan de Ku tevahiya dinyayê serxweş dike. Miletan ji şeraba wê vexwar, Bi vî awayî har bûn.


Mirovên xwarina zêde xweş dixwarin, Li kuçeyan wêran bûn. Kesên bi cilên binevşî mezin bûn, Lodên ziblê hembêz kirin.


Her tişt ji ber fihûşên wê fahîşeyê derket, Ji ber wê yara xweşik, kêşîner û sêrbaz, Ku wê bi fihûşa xwe milet firotin Û bi sêrbaziya xwe jî gelan.


Nexwe hûn derketin, ku hûn çi bibînin? Ma mirovekî, ku cilên nermîn li xwe kirine? Va ye, yên bi cilên spehî û di dewlemendiyê de dijîn, di qesrên padîşahan de ne.


Lê jinebiyên ku hê ciwan in qebûl neke, çimkî gava ew bi xwestekên xwe ji ba Mesîh tên xirandin, ew dixwazin mêr bikin


Hingê milyaketê diduyan li pey wî hat û got: «Hilweşiya! Ew Babîla mezin ya ku ji şeraba fuhûşiya xwe ya har bi hemû miletan daye vexwarin, hilweşiya.»


Padîşahên dinyayê bi wê re fuhûşî kirin û yên ku li ser rûyê erdê rûdinin bi şeraba fuhûşiya wê serxweş bûn.»


Wan xwelî li serê xwe kir, bi şîn û girîn kirin qîrîn û gotin: «Wax, wax, bajarê mezin! Yên ku di deryayê de gemiyên wan hene Hemû bi malên wî yên hêja dewlemend bûn. Lê wisa di saetekê de bajar wêran bû.


Êdî ronahiya qendîlan Tu caran di nav te de ronahî nade Û êdî dengê bûk û zava Tu caran di nav te de nayê bihîstin. Bazirganên te giregirên dinyayê bûn Û hemû milet bi sêrbaziya te ji rê derketin.


Çiqas rûmet dabe xwe û kêf û şahî kiribe, Ewqas cefa û xemgîniyê bidin wê. Çimkî di dilê xwe de dibêje: ‹Ez bi şahbanûyî rûdinim, Ez ne jinebî me Û ez tu caran şînê nagirim.›


Û padîşahên dinyayê yên ku pê re fuhûşî û kêf kirine, çaxê dûmana şewitandina wê bibînin, wê li ser wê bigirîn û li xwe bidin.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ