Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Peyxam 18:23 - Kurmanji Încîl

23 Êdî ronahiya qendîlan Tu caran di nav te de ronahî nade Û êdî dengê bûk û zava Tu caran di nav te de nayê bihîstin. Bazirganên te giregirên dinyayê bûn Û hemû milet bi sêrbaziya te ji rê derketin.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Peymana Nû (Încîl)

23 Wê îdî çʼirûsîya çʼirê jî tʼu car nav teda xuya nebe Wê îdî dengê bûk-zeʼvê jî tʼu car nav teda neyê bihîstinê. Bazirganêd te giregirêd dinyayê bûn û hʼemû milet bi sêrbazîya te ji rʼê xalifîn.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

23 Ԝе иди чʼьрусийа чʼьре жи тʼӧ щар нав тәда хӧйа нәбә Ԝе иди дәнге бук-зәʼве жи тʼӧ щар нав тәда нәйе бьһистьне. Базьрганед тә гьрәгьред дьнйайе бун у һʼәму мьләт бь сербазийа тә жь рʼе хальфин.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

23 و نورا چِرایه ایدی چه جارا ناو تَدا نایِتَ جِرِسگین؛ و دَنگا بوگ و زاوا ایدی چه جارا ناو تَدا نایِتَ بیهیستِن. چون گو بازِرگانه تَ مِرُوه مَزِنَ دُنیایه بون، و تواوی مِلَت بِ سیحِربازیا تَ هاتنَ لِباندِن.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Peyxam 18:23
26 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Gava Yoram Yêhû dît, pirsî: “Te xêr e Yêhû?” Yêhû got: “Sêrbazî û zinakariya diya te Îzabelê ewqasî zêde bin, wê çawa xêr be?”


“Çend caran qendîla xeraban tefiya, Felaket bi serê wan de hat An ji xezeba Xwedê, êş bû para wan?


Çimkî pêşeroja xeraban tuneye Û qendîla xeraban ditefe.


Ma kê pîlana li dijî Sûrê kir? Ma kê pîlana bajarê tac dida kir Ku bazirganên wê mîr, Tacirên wê jî rûmetdarên dinyayê bûn?


Tevî ku sêrbaziya te zêde ye Û remildariya te hêzdar e jî, Wê di rojekê de herdu, Windabûna zarokan û jinebîbûnê, Bi tevahî bi hev re bêne serê te.


Çimkî Xwedayê Îsraêl Xudanê Karîndar wiha dibêje: ‘Va ye ezê li vir dengê şahiyê, dengê şabûnê û dengê bûk û zavê di saxiya we de û li ber çavê we biqedînim.’


Ezê dengê kêf û şahî, dengê bûk û zavê, dengê destêr û ronahiya qendîla wan tune bikim.


Ezê li bajarên Cihûdayê û kuçeyên Orşelîmê dengê kêf û şahiyê, dengê bûk û zavê nehêlim. Çimkî wê welat wêran bibe.’”


Her tişt ji ber fihûşên wê fahîşeyê derket, Ji ber wê yara xweşik, kêşîner û sêrbaz, Ku wê bi fihûşa xwe milet firotin Û bi sêrbaziya xwe jî gelan.


Û wan bi baldarî guhdariya wî dikir, çimkî ji demeke dirêj ve wî bi sêrbaziya xwe ew şaş dikirin.


Ejderê mezin yê ku jê re Îblîs û Şeytan tê gotin, ew marê kevin ê ku hemû dinya xapandiye, ew û milyaketên wî pê re hatin avêtin ser rûyê erdê.


Padîşahên dinyayê bi wê re fuhûşî kirin û yên ku li ser rûyê erdê rûdinin bi şeraba fuhûşiya wê serxweş bûn.»


Li ser eniya wê, ew navê bi sir nivîsî bû: BABÎLA MEZIN, DIYA FAHÎŞEYAN Û TIŞTÊN MEKRUH ÊN DINYAYÊ.


Êdî dengê çengvan, muzîkvan, Bilûrvan û borîzanan Tu caran di nav te de nayê bihîstin. Êdî pîşekarên tu pîşeyî Tu caran di nav te de peyda nabin. Û êdî dengê beraşan Tu caran di nav te de nayê bihîstin.


Çimkî ji şeraba fuhûşiya wê ya har Hemû miletan vexwar Û padîşahên dinyayê bi wê re fuhûşî kirin; Û bazirganên dinyayê ji zêdehiya kêfa wê dewlemend bûn.»


Û padîşahên dinyayê yên ku pê re fuhûşî û kêf kirine, çaxê dûmana şewitandina wê bibînin, wê li ser wê bigirîn û li xwe bidin.


Lê heçî yên tirsonek in, yên bêewle, yên di nav pîsîtiyê de ne, yên kuştinê dikin, yên zînakar, yên sêrbaz, yên pûtperest û hemû yên ku derewkar in, para wan di wê golê de ye, ku bi êgir û kewkurtê dişewite. Mirina diduyan ev e.»


Yên wek kûçikan, yên sêrbaz, yên zînakar û yên mêrkuj, yên pûtperest û her kesê ku ji derewan hez dike û derewan dike, ew li derve ne.


Û êdî nabe şev û hewcedariya wan bi ronahiya çirayê û bi ronahiya rojê namîne, çimkî Xudan Xwedê wê ronahiyê bide wan û wê her û her padîşahiyê bikin.


Hingê padîşahên dinyayê, mezinên wê, serekleşkerên wê, dewlemendên wê û hêzdarên wê û hemû mirovên xulam û azad xwe di şkeft û latên çiyan de veşartin.


Û ji kuştin, sêrbazî, fuhûşî û diziya xwe jî tobe nekirin.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ