Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Peyxam 18:2 - Kurmanji Încîl

2 Wî bi dengekî xurt gazî kir û got: «Hilweşiya! Babîla mezin hilweşiya! Bû cih û warê cinan Û nivana hemû ruhên nepak, Bû nivana hemû teyr û heywanên nepak û murdar.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Peymana Nû (Încîl)

2 Ewî bi dengekî bilind kire gazî û got: «Hilşîya, wêran bû, Babîlona mezin! Ew bû cî-war, miskʼenê cina û sitʼara hʼemû rʼuhʼêd hʼeram, qelêtka hʼemû teyredêd nepʼake mirʼdarʼ.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

2 Әԝи бь дәнгәки бьльнд кьрә гази у гот: «Һьлшийа, ԝеран бу, Бабилона мәзьн! Әԝ бу щи-ԝар, мьскʼәне щьна у сьтʼара һʼәму рʼӧһʼед һʼәрам, ԛәлетка һʼәму тәйрәдед нәпʼакә мьрʼдарʼ.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

2 اَوی بِ دَنگَکه قاوَت گِرَ هَوار: «هِلُشی! اَو بابِلا مَزِن هِلُشی! بابِل بویَ جیه اَجنا، بویَ جیه هر رِحَگه پیس، بویَ هِلونا هر طَیرَگه پیس، بویَ جیه هر حیوانَگه وَحشیَ پیس و منفور،

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Peyxam 18:2
26 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

“Ezê Babîlê bikim mal û milkê kundan û ritamê. Ezê wê bi gezika helakirinê bimalim.” Ev e gotina Xudanê Karîndar.


“Loma li ser wan pêxemberiyê bike û tevahiya van gotinan ji wan re bêje: “‘Wê Xudan ji jor ve bike himîn, Ji warê xwe yê pîroz deng bide. Erê, wê li dijî hevşiyê xwe bike himîn Û wekî kesên tirî diguvêşin, Li dijî tevahiya şêniyên dinyayê bike qîrîn.


Wê Babîl bibe şikêra keviran, warê çeqelan Û mijara saw û fîkandinê. Wê tu kes lê rûnene.


Babîl jinişkave ket û şikest, Ji bo wê bikin zarîn! Ji bo êşa wê melhem bistînin, Belkî şifayê bibîne.


Wê Xudan ji Siyonê bike himîn. Wê dengê wî ji Orşelîmê gazî bike Û erd û ezman bihejin. Lê wê Xudan ji bo gelê xwe, sitargeh, Ji bo Îsraêliyan bibe keleh.


Keriyên her cure heywanên miletan, Wê di nav wê de razên. Wê bûm û jîjo jî Şeva xwe li ser stûnên wî derbas bikin. Wê li pencereyan dengê wan bilind bibe Û xerabe bi ser şemîkan ve bên xwarê. Çimkî wê nexşên dîwarên ji dara sedrê bên standin.


Lingên wî wek wî tûncê xas ê ku di firnê de hatiye sorkirin dibiriqî û dengê wî wek dengê xuşîna aveke boş bû.


Çawa ku şêr dike humênî bi dengekî bilind bang kir. Çaxê ku wî bang kir, heft xurexurên ewran bi dengên xwe peyivîn.


Cesedê wan wê li ser meydana wî bajarê mezin bimîne, ku bi mana ruhanî jê re Sodom û Misir tê gotin. Xudanê wan bi xwe jî li wê derê hat xaçkirin.


Û milyaketekî din ji Perestgehê derket, bi dengekî bilind gazî wî yê ku li ser ewr rûniştibû kir û got: «Dasa xwe bavêje û bidirû. Saeta dirûnê hat, çimkî berê erdê gihîştiye.»


Hingê milyaketê diduyan li pey wî hat û got: «Hilweşiya! Ew Babîla mezin ya ku ji şeraba fuhûşiya xwe ya har bi hemû miletan daye vexwarin, hilweşiya.»


Piştre min sê ruhên nepak ên ku mîna beqan bûn dîtin. Ew ji devê ejder, ji devê cenawir û ji devê pêxemberê derewîn derdiketin.


Bajarê mezin bû sê perçe û bajarên miletan hilweşiyan. Xwedê Babîla mezin bi bîr kir û kasa şeraba xezeba xwe ya dijwar bide wê.


Ew jina ku te dîtiye, ew bajarê mezin e ku padîşahiya wî li ser padîşahên dinyayê heye.»


Li ser eniya wê, ew navê bi sir nivîsî bû: BABÎLA MEZIN, DIYA FAHÎŞEYAN Û TIŞTÊN MEKRUH ÊN DINYAYÊ.


Ji tirsa cefayê ku ew dikişîne, wê li dûr bisekinin û bêjin: «Wax, wax, bajarê mezin, Bajarê hêzdar, Babîl! Çimkî dîwanbûna te wisa di saetekê de hat.»


Hingê milyaketekî hêzdar kevirek wek beraşekî mezin hilda, avêt deryayê û got: «Bajarê mezin Babîl weha bi ketineke mezin wê bê avêtin Û êdî tu caran xuya nabe.


Û min milyaketekî hêzdar dît ku bi dengekî bilind digot: «Kî hêja ye ku kitêbê veke û morên wê rake?»


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ