Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Peyxam 18:10 - Kurmanji Încîl

10 Ji tirsa cefayê ku ew dikişîne, wê li dûr bisekinin û bêjin: «Wax, wax, bajarê mezin, Bajarê hêzdar, Babîl! Çimkî dîwanbûna te wisa di saetekê de hat.»

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Peymana Nû (Încîl)

10 Ji tirsa cefê wê, ewê li dûr bisekinin û bêjin: «Ax, ax bajarê mezin, bajarê zor, Babîlon! Dîwana te sihʼetekêda ser teda hat».

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

10 Жь тьрса щәфе ԝе, әԝе ль дур бьсәкьньн у бежьн: «Ах, ах бажаре мәзьн, бажаре зор, Бабилон! Диԝана тә сьһʼәтәкеда сәр тәда һат».

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

10 ژه تِرسا عَذابا گو اَو دِکِشیت، اَو دیه دوروَ راوَستِن و بِژِن: «آخ! آخ! اَی شَهره مَزِن، اَی شَهره قاوَت، بابِل! چون گو تِنه سَعَتَگه دا دیوانا تَ هاتیَ گِرِن.»

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Peyxam 18:10
17 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Va ne siwar, erebeyên şer, Siwarên cot bi cot tên.” Wî bersiv da û got: “Ket, Babîl ket! Hemû pûtên îlahên wê şikestî, Ew li erdê diman.”


Tevî ku sêrbaziya te zêde ye Û remildariya te hêzdar e jî, Wê di rojekê de herdu, Windabûna zarokan û jinebîbûnê, Bi tevahî bi hev re bêne serê te.


Ax! Ew roj gelek tirsdar e, Roja wekî wê tuneye. Ji bo Aqûb, dema tengasiyê ye, Lê wê jê rizgar bibe.”


Ax ew roj! Çimkî Roja Xudan nêzîk e, Wekî hilweşîna Karîndar tê.


Loma Reb Xwedayê Karîndar Xudan wiha dibêje: “Wê li hemû meydanan şînê bikin, Wê li hemû kuçeyan bikin axîn û nalîn. Wê ji bo şînkirinê gazî cotkaran bikin, Ji bo girînê gazî şîngiran bikin.


Tevahiya gelê Îsraêl ê li derdorê ji ber qîrîna wan reviya û got: “Bila erd me jî danequrtîne.”


Cesedê wan wê li ser meydana wî bajarê mezin bimîne, ku bi mana ruhanî jê re Sodom û Misir tê gotin. Xudanê wan bi xwe jî li wê derê hat xaçkirin.


Hingê milyaketê diduyan li pey wî hat û got: «Hilweşiya! Ew Babîla mezin ya ku ji şeraba fuhûşiya xwe ya har bi hemû miletan daye vexwarin, hilweşiya.»


Bajarê mezin bû sê perçe û bajarên miletan hilweşiyan. Xwedê Babîla mezin bi bîr kir û kasa şeraba xezeba xwe ya dijwar bide wê.


«Ew deh strûhên ku te dîtine, deh padîşah in ku hê padîşahî nestandine; lê belê wê desthilatiyê bistînin, ku bi cenawir re ji bo saetekê padîşahiyê bikin.


û gava dûmana şewitandina wî didîtin, bi qîrîn digotin: «Ma bajarekî din ê wek vî bajarê mezin heye?»


Wan xwelî li serê xwe kir, bi şîn û girîn kirin qîrîn û gotin: «Wax, wax, bajarê mezin! Yên ku di deryayê de gemiyên wan hene Hemû bi malên wî yên hêja dewlemend bûn. Lê wisa di saetekê de bajar wêran bû.


Hingê milyaketekî hêzdar kevirek wek beraşekî mezin hilda, avêt deryayê û got: «Bajarê mezin Babîl weha bi ketineke mezin wê bê avêtin Û êdî tu caran xuya nabe.


Ji bo vê yekê belayên wê – Mirin, şîn û xela – wê di rojekê de bên Û ewê bi êgir bê şewitandin. Çimkî Xudan Xwedayê ku dîwana wê dike, hêzdar e.»


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ