Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Peyxam 16:9 - Kurmanji Încîl

9 Îcar mirov bi kelgermiyeke mezin hatin qelandin û çêr kirin navê wî Xwedayê ku desthilatiya wî li ser van belayan heye. Lê ji kirinên xwe yên xerab tobe nekirin û rûmet nedan wî.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Peymana Nû (Încîl)

9 Hingê meriv ji dest şewata germayîyê hatine qelandinê û kʼifirî navê Xwedê kirin, ku hʼukumê Wî li ser van bela heye. Lê ew ji kirêd xweye xirab venegerʼîyan, wekî şikirî bidana Wî.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

9 Һьнге мәрьв жь дәст шәԝата гәрмайийе һатьнә ԛәландьне у кʼьфьри наве Хԝәде кьрьн, кӧ һʼӧкӧме Ԝи ль сәр ван бәла һәйә. Ле әԝ жь кьред хԝәйә хьраб вәнәгәрʼийан, ԝәки шькьри бьдана Ԝи.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

9 خلق بِ تِنا گَرمه شَوِتین و لعنت دانَ ناوه خدا، گو قُدرَتا وان بَلایانَ دَسته ویدا یَ. اَوان تَوبَ نَگِرِن و شُکوه و جلال نَدانَ ناوه وی.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Peyxam 16:9
20 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Hê Êlîşa bi wan re dipeyivî, qasid ev xeber anî û got: “Ev bela ji Xudan e, ezê çima hê li benda Xudan bimînim?”


Çima hûn dixwazin dîsa lêdan bixwin? Çima hûn serî hildidin? Serî bi tevahî nexweş, Dil bi tevahî xayîs e.


Wê birçî û neçar li nava welêt bigerin. Gava birçî bimînin wê hêrs bibin û naletê li Xwedê û padîşahên xwe bînin. Wê li jor


Piştî demeke dirêj Xudan ji min re got: “Rabe, here Peratê û wê piştênkê hilde ku min ji te re gotibû li wir veşêre.”


Ya Xudan, ma çavê te ne li ser rastiyê ye? Te li wan xist, lê ew li ber xwe neketin, Te ew qedandin, lê wan terbiye qebûl nekir. Wan rûyê xwe ji kevir hişktir kir û nexwest vegerin.


Ez ji we re dibêjim: Na! Lê belê eger hûn tobe nekin, hûn jî, hûnê hemû wisa helak bibin.


Ez ji we re dibêjim: Na! Lê belê eger hûn tobe nekin, hûn jî, hûnê hemû wisa helak bibin.»


Ez ditirsim ku gava ez dîsa bêm ba we, Xwedayê min, min li ber we bide şermê û ez ji bo gelekên ku berê guneh kirine û ji pîsîtî, fuhûşî û şehweta xwe tobe nekirine, şînê bigirim.


Yêşû ji Exan re got: “Lawo! Rabe Xwedayê Îsraêl Xudan birûmet bike û li xwe mikur were. Ji min re bêje ka te çi kiriye, ji min veneşêre.”


Di wê saetê de erdhejîneke mezin çêbû, dehyeka bajêr hilweşiya û di erdhejînê de heft hezar mirov mirin. Yên bi şûn de man, tirsiyan û rûmet dan Xwedayê ezmên.


Bi dengekî bilind digot: «Ji Xwedê bitirsin û rûmetê bidin wî, çimkî saeta ku ew dîwanê bike, hat. Biperizin wî yê ku erd û ezman, derya û çavkaniyên avê afirandine.»


Ji ezmên teyroka mezin ya bi giraniya telantekê li ser mirovan barî. Mirovan jî ji ber belaya teyrokê çêrî Xwedê kirin, çimkî bela wê gelek mezin bû.


Min wext da wê, da ku tobe bike; lê ew naxwaze ji fuhûşiya xwe tobe bike.


Û ew mirovên ku bi şûn de mabûn û bi van belayan nehatibûn kuştin, ji wan pûtên ku bi destên xwe çêdikirin, tobe nekirin. Dev ji perizîna cin û wan pûtan bernedan, yên ku zêrîn, zîvîn, tûncîn, kevirîn û darîn in û nabînin, nabihîzin û rêve naçin.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ