Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Peyxam 16:2 - Kurmanji Încîl

2 Yê pêşî çû û piyana xwe rijand ser erdê û ew mirovên ku deqa cenawir li ser wan hebû û ji sûretê wî re çûbûn ser çokan, kûnêrên pîs û xerab li ser wan çêbûn.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Peymana Nû (Încîl)

2 Milyakʼetê pêşin çû tʼasa xwe rʼête ser eʼrdê, pʼizikêd pʼîse xirab li ser wan meriva derkʼetin, yêd ku nîşana ceʼnewir li ser wan bû û serê xwe li ber hʼeykelê wî danîbûn.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

2 Мьлйакʼәте пешьн чу тʼаса хԝә рʼетә сәр әʼрде, пʼьзькед пʼисә хьраб ль сәр ԝан мәрьва дәркʼәтьн, йед кӧ нишана щәʼнәԝьр ль сәр ԝан бу у сәре хԝә ль бәр һʼәйкәле ԝи данибун.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

2 بَجا میلیاکَته اَوِلی چو و کاسِگا خو رِژاندَ سَر رویه عَردی؛ و بیرینه پیس و خِراب کَتنَ سَر بَدَنه وان مِرُوا گو نیشانا وه حیوانه وَحشی هَبون و صورَتا وی پَرستِش دِگِرِن.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Peyxam 16:2
22 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Wî li asîman bayê rojhilat rakir, Bi hêza xwe, rê da bayê başûr.


ji ber vê yekê wê Reb serê wan gurî bike û Xudan eyba wan veke.”


Wê di şûna bêhna xweş de bêhna pîs, Di şûna piştênkê de benik, Di şûna lûrelûra keziyan de serê keçel, Di şûna cil û bergên bixemil de çûx, Di şûna bedewiyê de daxkirin hebe.


Û di cih de, ji ber ku wî rûmet nedabû Xwedê, milyaketekî Xudan li wî xist, kurmî bû û mir.


Wê Xudan bi kunêrên Misrê, kunêrên din, xur û gurîtî li te bixe û wê ev nexweşî baş nebin.


Wê Xudan ji serê te heta binê lingê te bi kunêrên xerab li te bixe ku şifa jê re tuneye.


Wê Xudan her cure nexweşiyê ji we dûr bixe. Ew nexweşiyên ku hûn ji Misrê dizanin, wê yek ji wan jî bi ser we de neyîne. Wê tevahiya van nexweşiyan bide kesên ku ji we nefret dikin.


Û hemû desthilatiya cenawirê pêşî li ber wî bi kar dianî. Wî wisa kir, ku rûyê erdê û yên ku li ser wê rûdinin ji wî cenawirê pêşî re herin ser çokan, ku birîna wî ya mirinê hatibû qenckirin.


Û yê ku li ser ewr rûdinişt dasa xwe avêt rûyê erdê û erd hat dirûn.


Piştre milyaketê sisiyan li pey wan hat û bi dengekî bilind got: «Eger kesek ji cenawir re û ji sûretê wî re here ser çokan û li ser eniya xwe an li ser destê xwe deqê qebûl bike,


Hingê min dengekî bilind ji Perestgehê bihîst ku ji heft milyaketan re got: «Herin û heft piyanên xezeba Xwedê birijînin ser rûyê erdê.»


û ji ber êş û kûnêrên xwe çêrî Xwedayê ezmên kirin, lê ji kirinên xwe tobe nekirin.


Û yê pêşî li boriyê xist, teyrok û agirê tevli xwînê bûyî çêbû û hat avêtin ser erdê. Û sêyeka erdê şewitî, sêyeka daran şewitî û hemû giyayê şîn şewitî.


Xudan nexweşiyeke giran anî serê Aşdodiyan û gelên derdorê. Kunêr di laşê wan de derxistin û ew tengezar kirin.


Piştî ku Sindoq birin Gatê, Xudan ew bajar jî ceza kir. Tirseke mezin ket nav bajêr. Xudan ji biçûkan bigire heta mezinan xelkê bajêr bi kunêran ceza kir.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ