Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Peyxam 16:18 - Kurmanji Încîl

18 Hingê birûskê lê da, deng hat, bû xurexura ewran û erdhejîneke wisa mezin çêbû ku ji çaxê mirov li ser rûyê erdê ne û heta niha erdhejîneke wisa çênebûye.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Peymana Nû (Încîl)

18 Hingê birûskê lê da, bû gurʼînîya dengê eʼwra û eʼrd usa qayîm hʼejîya, ku ji wê rʼoja însan dinê kʼetîye hʼeta niha eʼrd aha nehʼejîyaye. Eʼrdhʼej haqas qayîm bû!

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

18 Һьнге бьруске ле да, бу гӧрʼинийа дәнге әʼԝра у әʼрд ӧса ԛайим һʼәжийа, кӧ жь ԝе рʼожа инсан дьне кʼәтийә һʼәта ньһа әʼрд аһа нәһʼәжийайә. Әʼрдһʼәж һаԛас ԛайим бу!

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

18 و بروسگا لِدان و دَنگه بِلند رابون و گُرَگُر و عَرد هَژیانَگه مَزِن چه بو گو چه جارا بینا وه ژه وه وقته بَشَر سَر رویه عَردیَ حَتا نَهَ عَرد هَژیانَگه وِسا چه نَبِبو.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Peyxam 16:18
8 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Wê Xudanê Karîndar Bi dengê brûskê, Bi erdhej û xirecirê, Bi bahoz û taviyê, Bi pêta agirê bi şewat, Te ceza bike.


“Di vê navberê de serekê mezin, Mîxayîlê ku gelê te diparêze rabe. Wê tengasiyeke ji roja ku hûn bûne milet heta îro nehatiye dîtin çêbibe. Wê gavê wê gelê te, hemû kesên ku di nivîsê de hatine nivîsandin rizgar bibe.


Çimkî hingê tengahiyeke wisa mezin wê çêbe, ku ji destpêka dinyayê ve tiştekî weha çênebûye û tu caran çênabe jî.


Di wê saetê de erdhejîneke mezin çêbû, dehyeka bajêr hilweşiya û di erdhejînê de heft hezar mirov mirin. Yên bi şûn de man, tirsiyan û rûmet dan Xwedayê ezmên.


Hingê Perestgeha Xwedê ya ku li ezmên bû vebû û di Perestgeha wî de Sindoqa Peymana wî xuya bû. Birûskan lê da, deng û xurexura ewran hat bihîstin, erdhejînek û teyrokeke şedîd çêbû.


Û ji text birûsk, deng û xurexurên ewran derdiketin. Û li ber text heft xetîrên êgir yên pêketî hebûn, ew heft ruhên Xwedê ne.


Gava ku Berx mora şeşan vekir, min dît ku erdhejîneke mezin çêbû. Roj wek xirariyê ji mû, reş bû û tevahiya heyvê bû wek xwînê.


Piştre milyaket rahişt bixûrdankê û ew ji agirê Gorîgehê dagirt û avêt ser erdê. Xurexura ewran, deng, birûsk û erdhejîn çêbûn.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ