Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Peyxam 12:10 - Kurmanji Încîl

10 Hingê min li ezmên dengekî bilind bihîst ku got: «Êdî wextê xilasî, hêz û Padîşahiya Xwedayê me Û desthilatiya Mesîhê wî hat. Çimkî sûcdarkerê birayên me, Yê ku şev û roj wan li ber Xwedayê me sûcdar dike, Hat avêtin xwarê.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Peymana Nû (Încîl)

10 Hingê min li eʼzmên dengekî bilind bihîst ku got: «Niha ye wextê xilazkirin, qewat û pʼadşatîya Xwedêyê me, usa jî hʼukumê Mesîhê Wî. Çimkî Ew xeybkirê xûşk-birêd me jorda hate avîtinê, yê ku şev û rʼoj ber Xwedêyê me xeyba wan dikir.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

10 Һьнге мьн ль әʼзмен дәнгәки бьльнд бьһист кӧ гот: «Ньһа йә ԝәхте хьлазкьрьн, ԛәԝат у пʼадшатийа Хԝәдейе мә, ӧса жи һʼӧкӧме Мәсиһе Ԝи. Чьмки Әԝ хәйбкьре хушк-бьред мә жорда һатә авитьне, йе кӧ шәв у рʼож бәр Хԝәдейе мә хәйба ԝан дькьр.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

10 و مِن دَنگَکه بِلند اَسمانی دا بیهیست گو دِگُت: «نَهَ نجات و قُدرَت و پادشاهیا خدایه مَ، و اقتدارا مسیحه وی گَهَشتیَ، چون اَوه گو تُهمَت بِرایِت مَ دِدان، هَمَن اَوه گو شَو و رُژ حُضورا خدایه مَدا تُهمَتا وان دِدَت، ژُردا هاتیَ هاوِتِن.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Peyxam 12:10
24 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Ya Xudan, mezinahî, hêzdarî, rûmet, Serketin û heşmet, yên te ne! Çimkî her tiştên li erdê û li ezmanan ên te ne. Ya Xudan, Padîşahî ya te ye. Tu jî serwerê di ser her tiştî re yî.


Lê tu destê xwe dirêj bikî û li hemû tiştên wî bixî, wî çaxî wê li ber te jî çêrî te bike.”


Îblîs bersiva Xudan da û got: “Gelo Eyûb beredayî ji Xwedê ditirse?


Lê niha tenê destê xwe dirêj bike û li xwîn û goştê wî bixe, wî çaxî wê li ber te jî çêrî te bike.”


Çimkî padîşahî ya Xudan e, Karê wî serweriya hemû miletan e.


Textê ji Xwedê ye, hergav û her û her e, Gopalê padîşahiya te gopalê rastiyê ye.


“Di rojên wan padîşahan de wê Xwedayê Ezmanan padîşahiyeke wiha ava bike ku tu caran hilneweşe û qet nekeve destê miletekî din. Wê ev padîşahî, hemû padîşahiyan perçe bike, biqedîne û wê her û her bimîne.


Îsa ji wî re got: «Erê, wek ku te got, lê ez ji we re dibêjim: Ji niha û pê ve, hûnê bibînin ku ‹Kurê Mirov Li milê rastê yê hêza Xwedê rûniştî ye Û li ser ewrên ezmên tê.› »


Hingê Îsa nêzîkî wan bû û ji wan re got: «Li erdê û li ezmên hemû desthilatî ji min re hatiye dayîn.


Bila padîşahiya te bê. Daxwaza te wek li ezmên, Bila li ser rûyê erdê jî bê cih.


Îsa ji wan re got: «Çaxê hûn dua bikin, bêjin: Ya Bavo, Navê te pîroz be, Bila Padîşahiya te bê.


«Şimûn, Şimûn, va ye, Îblîs xwest ku we wek genim li bêjingê bixe.


Gava ku hûn bicivin û ruhê min jî bi we re, tevî hêza Xudanê me Îsa,


Lê wî ji min re got: «Kerema min têra te dike. Çimkî hêza min di bêhêziyê de temam dibe.» Ji bo vê yekê ezê bi dilxweşî hê zêdetir bi bêhêziya xwe pesnê xwe bidim, da ku hêza Mesîh li ser min be.


Bi vî awayî, ji jinên pîr re jî bêje ku bila ew di kirinên xwe de hurmetkar bin. Bila ne buxtanê bikin û ne jî bibin bindestê şerabê, bila ya qenc hîn bikin.


Li ser hişê xwe bin û hişyar bin. Neyarê we Îblîs, wek şêrekî ku dihumîne digere, ka ewê kê daqurtîne.


Milyaketê heftan li boriyê xist û li ezmên dengên mezin çêbûn ku digotin: «Padîşahiya dinyayê bû ya Xudanê me û ya Mesîhê wî. Ewê her û her padîşahiyê bike».


Û ewê ku bi ser dikeve û heta dawiyê karên min li ba xwe digire, çawa ku min ji Bavê xwe standiye, Ez jî, ezê li ser miletan hukumdariyê bidim wî. Wek ku firaxên cerîn dişikênin, Wê bi gopalê hesin serweriyê li wan bike.


Wan bi dengekî bilind gazî dikir û digotin: «Xilasî babetê Xwedayê me ye yê ku Li ser text rûniştiye û babetê Berx e.»


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ