Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Peyxam 10:6 - Kurmanji Încîl

6 Û wî bi wî yê ku her û her dijî, yê ku ezman û yên ku tê de ne, erd û yên ku te de ne, derya û yên ku tê de ne afirandine, sond xwar û got: «Êdî wê bi derengmayîn nebe.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Peymana Nû (Încîl)

6 û pê Ewî sond xwar ku hʼeta-hʼetayê Sax e, awa gotî pê Wî Yê ku eʼzman, hʼemûyêd wêda, eʼrd, hʼemûyêd wêda û beʼr, hʼemûyêd wêda eʼfirandine û got: «Îdî wextê derengî nekʼeve.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

6 у пе Әԝи сонд хԝар кӧ һʼәта-һʼәтайе Сах ә, аԝа готи пе Ԝи Йе кӧ әʼзман, һʼәмуйед ԝеда, әʼрд, һʼәмуйед ԝеда у бәʼр, һʼәмуйед ԝеда әʼфьрандьнә у гот: «Иди ԝәхте дәрәнги нәкʼәвә.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

6 و سَر اَوه گو اَبَده حَتا اَبَده ساخَ سوند خار، هَمَن اَوه گو اَسمان و هَچی دِشدا گو ناودا یَ، عَرد و هَچی دِشدا گو ناودا یَ، بَحر و هَچی دِشدا گو ناودا یَ آفِراند. اَوی سوند خار گو ایدی وِنَ زِدَتِر دِرَنگی چه نابیت،

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Peyxam 10:6
14 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Lê Avram ji Padîşahê Sodomê re got: “Ez bi navê Xudan, Xwedayê Herî Berz, Afirînerê erd û ezmanan sond dixwim û dibêjim,


Çimkî Xudan erd û ezman, derya û hemû tiştên di wan de, di şeş rojan de çêkirin û di roja heftan de bêhna xwe veda. Loma Xudan Roja Septê pîroz û bereket kir û wekî rojeke pîroz nîşan kir.


Ezê we bibim wî welatê ku min soz dabû bidim Îbrahîm, Îshaq û Aqûb. Ezê wê derê bikim milkê we. Ez Xudan im.’”


Min zilamê ku li ser ava çêm e û kitan li xwe kiriye bihîst. Wî destê xwe yê rastê û destê xwe yê çepê ber bi ezmanan ve bilind kir, bi navê yê ku her û her dijî sond xwar û got: “Wê ji bo demekê, ji bo sê sal û nîvan bidomîne. Gava hêza gelê pîroz bi tevahî qedandin, wê ev tişt hemû biqedin.”


Li welatê ku min sond xwaribû hûnê lê rûnin, ji bilî Kalêvê kurê Yefûnne û Yêşûyê kurê Nûn, wê tu kes nekevê.


Û Yê Zindî ez im. Ez mirî bûm, lê va ye, ez her û her dijîm. Û miftên mirinê û yên diyarê miriyan bi min re ne.


Ji bo vê yekê şa bibin, ya ezmanno Û yên ku di wan de rûdinin. Lê wey li erdê û li deryayê, Ji ber ku Îblîs bi xezebeke mezin tê ser we, Çimkî ew dizane ku wexta wî kêm e.»


Yê heftan piyana xwe rijand ser bayê û ji Perestgehê, ji text dengekî bilind derket û got: «Çêbû».


Û ji min re got: «Her tişt çêbû. Ez Alfa û Omêga, Destpêk û Dawî me. Ezê ji kaniya ava jiyanê belaş bidim yê ku tî bûye.


bîst û çar rihspî li ber yê ku li ser text rûniştiye deverû diçin ser çokan, diperizin wî yê ku her û her dijî û tacên xwe datînin ber text û dibêjin:


«Ya Xudan, Xwedayê me, Tu hêja yî ku rûmet, hurmet û hêzê bistînî. Çimkî te her tişt afirandin Û bi daxwaza te ew afirîn û hene.»


Û her cara ku çar afirîdên jîndar rûmet, hurmet û şikiriyê didin yê ku li ser text rûniştiye û her û her dijî,


Hingê ji her yekî ji wan re xiftanê spî hat dayîn û ji wan re hat gotin ku demeke kurt rihet bimînin, heta ku hejmara xizmet-hevalên wan û birayên wan ên ku wê wek wan bên kuştin, temam bibe.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ