Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Peyxam 10:1 - Kurmanji Încîl

1 Hingê min milyaketekî din ê hêzdar dît ku ji ezmên dihat xwarê. Ew bi ewr wergirtî bû û li ser serê wî keskesor hebû. Rûyê wî wek rojê û lingên wî wek stûnên êgir bûn.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Peymana Nû (Încîl)

1 Hingê min milyakʼetekî dinêyî zor dît ku ji eʼzmên dihate xwarê. Eʼwr lê wergirtî bû û kʼeskesor li sêrî bû, rʼûyê wî mîna rʼoyê bû, nigêd wî jî mîna stûnêd êgir bûn.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

1 Һьнге мьн мьлйакʼәтәки дьнейи зор дит кӧ жь әʼзмен дьһатә хԝаре. Әʼԝр ле ԝәргьрти бу у кʼәскәсор ль сери бу, рʼуйе ԝи мина рʼойе бу, ньгед ԝи жи мина стунед егьр бун.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

1 هِنگه مِن میلیاکَتَگه قاوَتَ دی دیت گو ژه اَسمانی ژُردا دِهات. اَو میلیاکَت ناو اَورَگه دا هاته بو پَچارتِن و هِندایی سَره وی بوگَگه بارانه هَبو و صومَته وی بینا رُژه و لِنگه وی بینا ستونه آگِری بون.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Peyxam 10:1
28 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Tu menzelên xwe, li ser avên jor datînî, Tu ewran ji xwe re dikî erebe, Tu li ser bazkên bayê digerî.


Ewr û tarî li der û dora wî ne, Rastdarî û dadperwerî bingeha textê wî ne.


Gava Harûn ev ji tevahiya civaka Îsraêl re digot, wan li aliyê beriyê nêrî û rûmeta Xudan di nav ewr de xuya bû.


Teşkên wî stûnên mermerî ne, Li ser piyên zêrê xas danîne. Bejn û bala wî wekî Lubnanê, Wekî dara sedrê ya bijare ye.


Peyama li ser Misrê: Va ye, Xudan li ewrê bi lez siwar bûye Û diçe Misrê. Pûtên Misrê li ber wî dilerizin, Dilê Misriyan di nava wan de dihele.


“Çimkî ji bo min, ev wekî tofana Nûh e. Çawa ku min sond xwar ku Wê tofana Nûh careke din li ser dinyayê ranebe, Min sond xwar ku Ezê li dijî te hêrs nebim, Ezê careke din erzê te neşikênim.


Te xwe bi ewran nixamt Ku duayek tê re derbas nebe.


Bedena wî wekî fîrûze bû. Rûyê wî wekî brûskê dibiriqî û çavên wî wekî xetîreyên bi pêt bûn. Milên wî û lingên wî wekî tûncê celandî dibiriqîn, dengvedana dengê wî wekî dengvedana dengê komekê bû.


“Îcar min di xewna wê şevê de dît, yekî ku dişibiya kurê mirov bi ewrên ezmanan re tê. Ew hat heta ber Yê Herheyî û ew anîn ba wî.


Xudan ji Mûsa re got: “Ji kekê xwe Harûn re bêje bila herdem neçe Cihê Herî Pîroz. Heke herdem pişt perdeyê û nêzîkî derxûnê ku li ser Sindoqa Peymanê ye biçe, wê bimire. Çimkî ez li ser derxûn, di nav ewran de xuya dibim.


Li wir, li ber wan dîtina wî hat guhertin. Rûyê wî wek rojê şewq da û cilên wî wek ronahiyê çîlspî bûn.


Hingê wê bibînin ku ‹Kurê Mirov di nav ewrekî de bi hêz û rûmeta mezin tê.›


Ya padîşah, nîvro di rê de, min ji ezmên ronahiyek dît ku ji ya rojê bi şewqtir bû û dora min û yên bi min re ronahî kir.


Va ye, ew bi ewran re tê. Her çav wê wî bibîne, heta ew ên ku bedena wî qul kirine jî. Û hemû gelên dinyayê wê li ser wî li xwe bixin. Erê. Amîn.


Piştî van tiştan min milyaketekî din dît ku ji ezmên dihat xwarê. Desthilatiya wî ya mezin hebû û ji rûmeta wî rûyê erdê bû ronahî.


Hingê milyaketekî hêzdar kevirek wek beraşekî mezin hilda, avêt deryayê û got: «Bajarê mezin Babîl weha bi ketineke mezin wê bê avêtin Û êdî tu caran xuya nabe.


Û min milyaketek dît ku ji ezmên dihat xwarê; di destê wî de mifta kortala bêbinî û zincîreke mezin hebû.


Û dîtina yê rûniştî mîna kevirê yêşîm û eqîqê sor yê şewqdar bû. Li hawirdora text keskesoreke mîna zimrûd hebû.


Û min milyaketekî hêzdar dît ku bi dengekî bilind digot: «Kî hêja ye ku kitêbê veke û morên wê rake?»


Hingê min nêrî û min dengê eylo bihîst ku di nîvê ezmên de difirî û bi dengekî bilind digot: «Ji ber dengê boriyên wan sê milyaketên mayî yên ku wê li boriyê bixin: Wey, wey, wey li wan ên ku li ser rûyê erdê rûdinin.»


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ