Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Petrûs II 1:9 - Kurmanji Încîl

9 Lê yê ku ji van tiştan bêpar e, kor e, dûr nabîne û ji bîra wî çûye ku ew ji gunehên xwe yên berê paqij bûye.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Peymana Nû (Încîl)

9 Lê li cem kʼê ev şuretana tʼunene, ew çʼeʼvada haqas meʼrim e, wekî qet nabîne û bîr kirîye ku ji gunêd xweye berê paqij bûye.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

9 Ле ль щәм кʼе әв шӧрәтана тʼӧнәнә, әԝ чʼәʼвада һаԛас мәʼрьм ә, ԝәки ԛәт набинә у бир кьрийә кӧ жь гӧнед хԝәйә бәре паԛьж буйә.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

9 چون اَوه گو اَو خِصلَتنَ چِنینِن، گُورَیَ، و دور نابینیت و بیره چویَ گو ژه گُنَهه خو یه بَرِ پاک بویَ.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Petrûs II 1:9
19 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Tiştê bi kûfik, piştî ku hatin şûştin, wê kahin careke din lê binêre. Tevî ku kûfik nebûbe jî, heke rengê wî neguherîbe, wê qirêj bê hesibandin. Hûnê bişewitînin, çimkî yan ji hundir ve yan jî, ji derve ve kûfikê lê xistiye.


Îsa lê nêrî, jê hez kir û ji wî re got: «Hê jî kêmahiyeke te heye. Here, çi tiştê te heye bifiroşe û li belengazan belav bike. Hingê wê li ezmên xezîna te hebe. Û were, bikeve pey min.»


Gava Îsa ev bihîst, ji wî re got: «Hê jî tiştek ji te kêm heye: Çi tiştê te heye bifiroşe û li belengazan belav bike. Hingê wê li ezmanan xezîna te hebe. Û were, bikeve pey min.»


Bi vî awayî hûn jî xwe li hember guneh mirî, lê bi Mesîh Îsa ji bo Xwedê zindî bihesibînin.


Birano, hûn ji bo azadiyê hatin gazîkirin, tenê bila azadî ji bo nefsê nebe fersend, lê belê bi hezkirinê ji hevdû re xizmetê bikin.


Çimkî di yekîtiya Mesîh Îsa de ne sinetbûn û ne jî sinetnebûn, lê tenê baweriya ku bi hezkirinê dixebite, bi kêr tê.


Wî xwe feda kir, da ku Civînê bi peyva xwe pîroz bike û bi şuştina avê paqij bike,


Wî xwe ji bo me feda kir, da ku me ji her neheqiyê rizgar bike û ji xwe re paqij bike û bike gelê ku ji bo kirinên qenc bi xîret e.


hingê xwîna Mesîhê ku bi Ruhê herheyî xwe bêleke pêşkêşî Xwedê kiriye, wê hê çiqas zêdetir wijdana me ji kirinên mirî paqij bike, da ku em biperizin Xwedayê jîndar!


Ev jî mînaka imadê ye ya ku îro we xilas dike. Imad ne şuştina qirêja bedenê ye, lê belê ew li ber Xwedê daxwaza wijdana paqij e. Ev yek bi vejîna Îsa Mesîh pêk hat.


Lê eger em di ronahiyê de rêve herin, wek ku ew di ronahiyê de ye, hevpariya me bi hevdû re heye û xwîna Kurê wî Îsa, me ji her gunehî paqij dike.


Tu dibêjî: «Ez dewlemend im, ez gelek dewlemend bûme û qet hewcedariya min tune». Lê tu nizanî ku tu reben, jar, belengaz, kor û tazî yî.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ