Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Petrûs I 4:3 - Kurmanji Încîl

3 Êdî bes e ku we li gor xwestina pûtperestan dema jiyana xwe ya derbasbûyî bi bêedebî, şehwet, serxweşî, kêfkirina bi harîtî, şerabvexwarina civatî û di pûtperestiya pîs de derbas kir.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Peymana Nû (Încîl)

3 Besî we ye, ku we wextê jîyîna xweye bihurîda li gora xwestina pʼûtpʼarista derbaz kirîye, hûn pey hʼeramîyê, temxwestinêd xirab, pey-vexwarinê, kûçʼiksantîyê, serxweşîyê û pʼûtpʼaristîya kʼirêt kʼetibûn.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

3 Бәси ԝә йә, кӧ ԝә ԝәхте жийина хԝәйә бьһӧрида ль гора хԝәстьна пʼутпʼарьста дәрбаз кьрийә, һун пәй һʼәрамийе, тәмхԝәстьнед хьраб, пәй-вәхԝарьне, кучʼьксантийе, сәрхԝәшийе у пʼутпʼарьстийа кʼьрет кʼәтьбун.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

3 چون گو ایدی بَسَ اَو عَمره چُیی گو وَ پِشتا بُ گِرِنا شُله گو بت پرست هَز دِگَن بِگَن دانا و وَ ژیانا خو ناو به اَدبی، شهوت، مَستی، عیاشی، مجلِسه مَه وَخارِنه و بت پرستیه قَبیح دا، دَرباز گِر.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Petrûs I 4:3
30 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Avşalom ji xizmetkarê xwe re got: “Guhdarî bikin! Li bendê bin heta ku Amnon ji şerabê serxweş bibe. Gava min got: ‘Li Amnon bixin’ lêxin û wî bikujin. Netirsin! Fermanê ez didime we. Hêzdar û wêrek bin.”


Ahav wek Amoriyên ku Xudan li ber gelê Îsraêl qewitandibûn da pey pûtan. Ev karekî kirêt bû.


Kesên ji ber şerabê dişewişin Û ji ber meyê diterpilin jî ev in, Kahin û pêxember ji ber meyê dişewişin, Ji ber şerabê tevlihev dibin, Ji ber meyê diterpilin. Gava dîtinî dibînin, dişewişin. Gava dadbarî dikin, diterpilin.


Wey li wan kesan ku serê sibê zû radibin Û didin pey meyê. Ew derengê şevê jî şerabê vedixwin Heta ku li hev sor dibin.


Li goristanan rûdinin Û li derên veşartî şevê diborînin. Ew goştê berêz dixwin, Di firaxên wan de şorba goştê heram heye.


Wî çaxî tê ji wan re bêjî: ‘Gotina Xudan ev e: Bav û kalên we dev ji min berda û da pey îlahan. Wan xulamiya wan kir û li ber wan çok vedan. Wan ez berdam û Şerîeta min pêk neanî.


Ezê pêşî du qat bergîdana neheqî û gunehên wan bidim wan. Çimkî wan bi îlahên xwe yên bêrûh û dilqelêq, welatê min mirdar kir, milkê min bi kirêtiyên xwe tije kir.


zîna, çavbirçîtî, xerabî, hîlebazî, bêedebî, çavnebarî, çêr, quretî û bêaqilî.


Xwedê çavên xwe li demên nezanînê neqand, lê niha ew li her derê li hemû mirovan emir dike ku tobe bikin.


Wek ku bi roj e, em bi awayekî serfiraz rêve herin; ne bi kêfkirina bi harîtî û serxweşî, ne bi fuhûşî û şehwetê, ne bi pevçûn û ne jî bi çavnebariyê.


Gava ku hûn pûtperest bûn, hûn dizanin ka çawa bi xirandina hişê we hûn ber bi pûtên bêziman ve birin.


Û hin ji we weha bûn; lê belê bi navê Xudan Îsa Mesîh û bi Ruhê Xwedayê me hûn hatin şuştin, pîrozkirin û rastdarkirin.


Ez ditirsim ku gava ez dîsa bêm ba we, Xwedayê min, min li ber we bide şermê û ez ji bo gelekên ku berê guneh kirine û ji pîsîtî, fuhûşî û şehweta xwe tobe nekirine, şînê bigirim.


Heçî kirinên nefsê ne, ew eşkere ne: Ew fuhûşî, pîsîtî, şehwet,


zikreşî, serxweşî, kêfkirina bi harîtî û sefahet û tiştên wek van in. Wek ku min berê ji we re got, ez careke din dibêjim: Yên ku tiştên weha dikin, Padîşahiya Xwedê mîras nastînin.


Û bi şerabê serxweş nebin, di wê de bêedebî heye; lê bi Ruh tije bibin.


Çimkî demekê em bi xwe jî bêfêm, neguhdar, xapiyayî, xulamên kêf û xwestekên cûr bi cûr bûn. Me jiyana xwe bi xerabî û çavnebariyê derbas dikir; her kesî ji me nefret dikir û cênika me jî ji hev diçû.


Wek zarokên guhdar bin û li pey xwestekên xwe yên dema nezaniyê neçin.


Çimkî hin mirovên nepak ên ku kerema Xwedayê me bi bêedebiyê diguherin û Mîrzayê me yê tenê Xudanê me Îsa Mesîh înkar dikin, bi dizî ketin nav we. Ew ji berê ve ji bo vê dîwanê hatine destnîşankirin.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ