2 Gava Ahaz bû padîşah bîst salî bû. Wî li Orşelîmê şanzdeh salan padîşahî kir. Ahaz wekî Dawidê bavkalê xwe nebû, wî tiştên di çavê Xwedayê xwe Xudan de rast in, nekirin.
Wî tiştên di çavê Xudan de rast in kirin. Ew di riya Dawidê bavkalê xwe de meşiya. Wî xwe neda aliyê çep û rastê.
Wekî Dawidê bavkalê xwe, wî tiştên di çavê Xudan de rast in kirin.
Wî jî wekî Ûzziyayê bavê xwe tiştên di çavê Xudan de rast in, kirin.
Wî wekî Amatsyayê bavê xwe tiştên di çavê Xudan de rast in, kirin.
Wî tiştên di çavê Xudan de rast in kirin, lê ne wekî Dawidê bavkalê xwe bû. Wî hemû tiştên ku bavê wî Yehoaş kiribûn, kirin.
Wî da ser riya hemû gunehên bavê xwe ku beriya wî kiribû. Wî dilê xwe bi tevahî nespart Xwedê Xudan, mina Dawidê bavkalê xwe.
Heke tu jî wekî Dawidê bavê xwe bi min re bimeşî, bi dilê pak û dirustiyê her tiştê ku min li te emir kiriye bikî, qanûn û rêbazên min pêk bînî,
Heke tu jî wek Dawidê bavê xwe qanûn û emrê min pêk bînî û di riya min de bimeşî, wê gavê ezê emrê te dirêj bikim.”
Di sala sisêyan a padîşahiya Hoşêyayê kurê Elayê Padîşahê Îsraêlê de Hîzqiyayê kurê Ahaz bû Padîşahê Cihûdayê.