2 Gava Amatsya bû padîşah bîst û pênc salî bû. Wî li Orşelîmê bîst û neh salan padîşahî kir. Diya wî Yehoaddana Orşelîmî bû.
Di du saliya padîşahiya Yehoaşê kurê Yoahazê Padîşahê Îsraêlê de Amatsyayê kurê Yoaş bû Padîşahê Cihûdayê.
Wî tiştên di çavê Xudan de rast in kirin, lê ne wekî Dawidê bavkalê xwe bû. Wî hemû tiştên ku bavê wî Yehoaş kiribûn, kirin.