35 Li welatê wan, di nav qenciyên ku te zêde da wan de û li welatê berfireh û berdar de ku te xistibû destê wan, ji te re xulamî nekirin û dev ji karên xwe yên xerab bernedan.
Wan bajarên bisûr û axa berdar desteser kirin. Wan malên bi her tiştên baş dagirtî –rez, bîrên kolayî, bexçeyên zeytûnan û darên ku bi têra xwe fêkî didin ji xwe re kirin milk. Xwarin, têr bûn û xurt bûn. Bi başiya te ya mezin kêfxweş bûn.
Ezê karên Xudan ên dilovaniyê Û kirinên Xudan ên hêjayî pesindanê bi bîr bînim. Çimkî Xudan ji bo me gelek tişt kirin Û qenciya wî ya bi Mala Îsraêl kiriye mezin e Ku li gorî rehm û dilovaniya xwe ya mezin kiriye.
Gava ew bêjin: ‘Çima Xwedayê me Xudan tevahiya van tiştan anîn serê me?’ tê ji wan re bêjî: ‘Çawa ku we dev ji min berda û li welatê xwe xulamiya îlahên xerîb kir, hûnê li welatekî ku ne yê we ye wisa ji xerîban re xulamiyê bikin.’
tê ji dijminên ku Xudan bi ser te şandin re, bi tîbûnê, birçîbûnê, tazîbûnê û bi nebûna her tiştî xulamiyê bikî. Heta ew te helak bike, wê nîrê hesin li ser stûyê te be.
Îcar gava gelek xerabî û tengasî hatin serê wan, wê ev stran li ba wan şahidiyê bike. Çimkî wê ji devên ziriyeta wan neyê jibîrkirin. Hê beriya ku ez wan bînim vî welatê ku min ji wan re sond xwaribû, min dizanibû çi pîlan dikin.”