Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Nehemya 9:28 - Kurmanji Încîl

28 “Lê dema ku rihetî dîtin dîsa li ber te xerabî kirin. Ji ber vê yekê te ew di destê dijminên wan de hiştin û li ser wan hikim kirin. Dema ew vegeriyan û ji te re kir hewar, te ji ezmanan bihîst û li gorî rehma xwe, gelek caran ew rizgar kirin.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Nehemya 9:28
12 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

wê gavê li ezmanan, li warê xwe bibihîze, bibexişîne, tevbigere û li gorî hemû riyên wan bide kesê tu dilê wî dizanî. Çimkî tu, tenê tu dilê hemû mirovan dizanî.


Dijminên wan ew pelçiqandin, Serî li hemûyan tewandin.


Û me ji dijminên me rizgar dike; Kerema wî her û her e!


Ji ezmanan binêre, Ji cihê pîrozî û berziya xwe bibîne. Ka xîret û hêzdariya te li ku ye? Bêrîkirina dilê te û rehma te ji me hat texsîrkirin.


Lê gava dadger dimiriya, dizivirîn û ji bav û kalên xwe bêtir xera dibûn. Wan dîsa dida pey îlahan, xulamiya wan dikirin û li ber wan deverû diçûn erdê. Wan dev ji tu kar û riya serhişkiyê bernedida.


Bi vî awayî, Moavî wê rojê ketin bin destê gelê Îsraêl. Welat heştê salan di nav aştiyê de ma.


Piştî mirina Êhûd, gelê Îsraêl careke din tiştên di çavê Xudan de xerab in, kirin.


Ya Xudan, bila hemû dijminên te wiha tune bibin. Lê hezkiriyên te bila wekî rojê bibiriqin.” Piştî vê yekê welat çil salan di nav aştiyê de ma.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ