Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Nehemya 9:24 - Kurmanji Încîl

24 Kurên wan ketin welatê Kenanê û ji xwe re kirin milk. Te li ber wan bi Kenaniyên ku li welêt rûniştin serî da tewandin. Te ew, padîşahên wan û gelên welêt da destên wan ku ew li gorî dilê xwe tevbigerin.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Nehemya 9:24
13 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

“Ma Xwedayê we Xudan ne bi we re ye? Ma li her derê rihetî neda we? Wî şêniyên welêt dan destê min û welat di bin destê Xudan û gelê wî de ye.


Cihûyan hemû dijminên xwe dan ber şûran, kuştin û tune kirin. Tişta ku wan xwest, anî serê wan kesên ku ji wan nefret dikirin.


Lê zarokên we yên ku we digot wê bibin talan, ezê wan bibim wir. Wê zarokên we welêt nas bikin ku we red kir.


û bi ser hişê xwe ve bên, wisa ku ji xefika Îblîsê ku ji bo daxwaza xwe ew girtine, xilas bibin.


Bi vî awayî çawa ku Xwedayê Îsraêl Xudan lê emir kiribû, Yêşû tevahiya welêt; herêma çiyayî, Negev, Şefêla, palên çiya û tevahiya padîşahên wan, têk birin. Wî tu kesî sax nehiştin. Wî her kesê ku hilma xwe dida û distand kuştin.


Çawa ku Xudan ji Mûsa re gotibû, Yêşû tevahiya welêt desteser kir û di nav eşîrên Îsraêl de bi milkî parve kir. Bi vî awayî şer qediya û welat di nav aştiyê de ma.


û Padîşahê Tîrsayê. Bi giştî sî û yek padîşah bûn.


Tevahiya civaka Îsraêl li Şîloyê civiya û Konê Hevdîtinê li wê derê danî. Tevahiya welêt di bin destê wan de bû,


Bi vî awayî Xudan tevahiya welêt da bav û kalên Îsraêliyan ku ji wan re sond xwar. Îsraêliyan jî ew ji xwe re kirin milk û tê de rûniştin.


Tu gotina Xudan a ku wî dabû Mala Îsraêl vala derneket. Hemû pêk hatin.


Bi vî awayî Xwedê wê rojê Yavînê Padîşahê Kenanî li ber gelê Îsraêl têk bir.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ