22 “Te gel û padîşahiyan da wan. Li her alî te li wan parve kirin û bi vî awayî wan welatê Sîhonê Padîşahê Heşbonê û welatê Ogê Padîşahê Başanê ji xwe re kirin milk.
Ew hatin û wan ew ji xwe re kir milk. Lê belê wan guh neda dengê te û di Şerîeta te de nemeşiyan. Wan tu emrên te pêk neanîn ku te li wan kirin. Loma te tevahiya van belayan anîn serê wan.
Xudan bi ser Amoriyên ku ji ber gelê Îsraêl direviyan ve, ji berjêra Bêthoronê heta Ezêqayê zîpika giran ji ezmanan barand û ew mirin. Kesên ji ber zîpikê mirin, ji kesên bi şûrên gelê Îsraêl hatibûn kuştin zêdetir bûn.
Çawa ku Xudan ji Mûsa re gotibû, Yêşû tevahiya welêt desteser kir û di nav eşîrên Îsraêl de bi milkî parve kir. Bi vî awayî şer qediya û welat di nav aştiyê de ma.