Xudan ji Mûsa re got: “Va ye ezê ji ezmanan nan ji bo we bibarînim. Wê gel her roj derkeve û nanê xwe yê rojekê bide hev. Bi vî awayî ezê wan biceribînim, ka li gorî şerîeta min rê ve diçin an na.
Ezê li wir, li Çiyayê Horêvê, li ser zinêr li ber te bisekinim. Tê li zinêr bixî û ji bo ku gel jê vexwe, wê av jê biherike.” Mûsa li pêş rîspiyên Îsraêliyan, ya ku jê re hat gotin kir.
Ew hatin û wan ew ji xwe re kir milk. Lê belê wan guh neda dengê te û di Şerîeta te de nemeşiyan. Wan tu emrên te pêk neanîn ku te li wan kirin. Loma te tevahiya van belayan anîn serê wan.
Va ye min ev welat da ber we. Herin wî welatî ji xwe re bikin milk ku min ji bav û kalên we Îbrahîm, Îshaq û Aqûb re sond xwaribû ku ez bidim ziriyeta wan.’
Wî hûn xistin tengasiyê, birçî hiştin û paşê manya ku ne we û ne jî bav û kalên we pê zanibû bi we da xwarin ku hûn bizanibin mirov tenê bi nên najî, lê bi her gotina ji devê Xudan derdikeve dijî.