Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Nehemya 8:18 - Kurmanji Încîl

18 Ezra her roj, ji roja pêşî heta roja dawî ji Nivîsa Şerîeta Xwedê xwend. Heft rojan cejn kirin. Di roja heştan de, li gorî rê û rêbazan civîna mezin hat çêkirin.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Nehemya 8:18
7 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Di roja pêşî ya meha heftan de Ezrayê Kahin, Nivîsa Şerîetê anî pêşberî civakê. Jin, mêr û her kesê ku dikare fêm bike li wir bû.


Wî li meydana pêşberî Dergehê Avê, ji jin, mêr û her kesê ku dikare fêm bike re ji serê sibê heta nîvro jê xwend. Tevahiya gel guh da Nivîsa Şerîetê.


Hûnê heft rojan pêşkêşiyên şewitandinê pêşkêşî Xudan bikin. Hûnê di roja heştan de civîneke pîroz çêkin û pêşkêşiyên şewitandinê pêşkêşî Xudan bikin. Ev civîna mezin e, hûnê karê xwe yê rojane nekin.


Hûnê vê her sal heft rojan wekî cejna Xudan pîroz bikin. Hûnê vê cejnê di meha heftan de, di nav nifşên we de wekî qanûneke herheyî pîroz bikin.


“‘Di roja heştan de hûnê civîneke mezin çêkin û karên xwe yên rojane nekin.


Di roja dawîn û herî girîng a cejnê de Îsa ji piyan rawesta û bi dengekî bilind got: «Eger yek tî be, bila bê ba min û vexwe.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ