16 Gel rabû çû ew anîn û li ser xaniyên xwe, li hewşên xwe, li hewşên Mala Xwedê, li meydana Dergehê Avê û li meydana Dergehê Efrayîmê ji xwe re holik çêkirin.
Yehoaşê Padîşahê Îsraêlê bi vî awayî Amatsyayê Padîşahê Cihûdayê kurê Yoaşê kurê Ahazya li Bêtşemeşê desteser kir û anî Orşelîmê. Wî beşekî sûra Orşelîmê, ji Dergehê Efrayîmê heta Dergehê Goşeyê hilweşand. Berfirehiya ev beş, bi gazî çar sed gazî bû.
Li Dergehê Kaniyê ku li pêşberî wan bû, di hevraza sûran re, di derenceyên Bajarê Dawid re derketin. Ew di jora qesra Dawid re heta ber Deriyê Avê yê ku ber bi rojhilatê bû meşiyan.
Ji ser Dergehê Efrayîmê û ji ba Dergehê Kevin, Dergehê Masiyan, Birca Hananêl û Birca Hammêayê heta ber bi Deriyê Pêz çûn û li ber Deriyê Parêzvanan sekinîn.
û peywirdarên Perestgehê yên li Ofelê rûdiniştin, beşê heta li hember Dergehê Avê yê ku li aliyê rojhilatê û heta birca ber bi derve derketiye ji nû ve ava kir.
Piştî ku Îsraêlî li bajarên xwe bûn, di meha heftan de tevahiya gel çawa ku yek mirov bin, li meydana pêşberî Dergehê Avê civiya. Wan ji Ezrayê Nivîsende, Nivîsa Mûsa ya Şerîetê xwest ku Xudan tê de li gelê Îsraêl emir kiribû.
Wê malên Orşelîmê û qesrên padîşahên Cihûdayê wekî Tofetê qirêj bên hesibandin. Çimkî li ser banê van malan ji tevahiya nexşên ezmanan re bixûr pê xistin û ji îlahan re pêşkêşiyên rijandinê pêşkêş kirin.’”
Wê Kildanî bên, li dijî vî bajarî şer bikin û bajêr bidin ber êgir. Wê bajêr tevî xaniyên ku wan li ser wan ji Baal re bixûr pêxist, pêşkêşiyên rijandinê ji îlahan re dan û ez hêrs kirim, bişewitînin.