12 Loma tevahiya gel vegeriyan malên xwe ku bixwin, vexwin, paran bişînin û şahiyên mezin bikin. Çimkî wan hemû gotin fêm kiribûn ku ji wan hatibûn xwenden.
Wê rojê bi şabûneke mezin li ber Xudan xwarin û vexwarin. Cara diduyan Silêmanê kurê Dawid wekî padîşah kifş kir û ji bo Xudan wî wekî serwer, Sadoq jî wekî kahin pîroz kirin.
Nehemya ji wan re got: “Herin xwarinên bi rûn bixwin, tiştên şîrîn vexwin û ji wan kesan re bişînin ku haziriya xwe nekirine. Çimkî îro ji bo Rebê me pîroz e. Xemgîn nebin, çimkî hêza we şahiya Xudan e.”
Ji ber ku wan rojan, Cihû ji dijminên xwe rizgar bûne û di wê mehê de kul û kederên wan bûne şahî, şînên wan bûne kêfxweşî. Mordexay nivîsî ku wan rojan bikin rojên şahiyan, xwarinê bidin hev û diyariyan pêşkêşî hejaran bikin.
Gava gotinên te hatin dîtin, min ew xwarin Û ew ji min re bûn şahî û kêfxweşiya dilê min. Çimkî ez bi navê te têm gazîkirin. Ya Xwedayê Karîndar Xudan!
Yên ku li ser rûyê erdê rûdinin wê li ser wan şa bibin û wê gelek dilgeş bibin û ewê diyariyan ji hev re bişînin. Çimkî van herdu pêxemberan ezab didan wan ên ku li ser rûyê erdê rûdiniştin.