Nehemyayê Walî, Ezrayê Kahin û Nivîsende û Lêwiyiyên ku hînî gel dikirin ji tevahiya gel re got: “Îro ji Xwedayê we Xudan re pîroz e. Şînê nekin û negirîn.” Çimkî tevahiya gel gava guhdariya gotinên Şerîetê dikir digiriya.
Tê Ûrîm û Tûmmîmî bixî hundirê bersingê biryarê û gava Harûn were hizûra Xudan, wê li ser dilê wî bin. Wê Harûn li hizûra Xudan biryara kurên Îsraêl li ser singê xwe hilgire.
Divê ew bi hevîrtirş neyê pehtin. Min ev ji pêşkêşiyên min ên şewitandinê wekî para kahinan da. Wekî pêşkêşiya paqijiyê û pêşkêşiya berdêlê ev jî gelekî pîroz e.