Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Nehemya 7:3 - Kurmanji Încîl

3 Min ji wan re got: “Heta qêleqija rojê, bila dergehên Orşelîmê venebin. Gava ew nobedarî dikin, bila deriyan bigirin û zirzeyan bidin ber. Ji şêniyên Orşelîmê jî nobedaran tayîn bike. Bila hinek li holika nobedariyê, hinek jî li ber mala xwe nobetê bigirin.”

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Nehemya 7:3
8 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Beriya Septê, gava tarî ket ser dergehên Orşelîmê, min emir kir ku derî bên girtin. Min emir kir ku heta dawiya Septê venebin. Min beşek ji xulamên xwe jî danî ber deriyan ku Roja Septê bar nekevin hundir.


Ji wir wêdetir Binyamîn û Haşşûv beşê li hemberî malên xwe ji nû ve ava kir. Ji wir wêdetir Ezaryayê kurê Maesêyayê kurê Enanya ber mala xwe ji nû ve ava kir.


min birayê xwe Hananî û Hananyayê serekê bircê li ser Orşelîmê kir karmend. Ji ber ku ev zilam dilsoz bû û ji gelek kesan zêdetir ji Xwedê ditirsiya.


Orşelîm berfireh û mezin bû, lê gelê tê de kêm bû û xanî hê jî nehatibûn avakirin.


Eger Xudan malê çêneke, Avakar beredayî dixebitin. Eger Xudan bajêr neparêze, Notirvan beredayî hişyar dimîne.


Çimkî wî, hesinên deriyên te zexim kir, Zarokên nav te pîroz kir.


«Va ye, ez we wek miyan dişînim nav guran. Loma wek maran bi aqil û wek kevokan dilpak bin.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ