Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Nehemya 4:2 - Kurmanji Încîl

2 Li ber birayên xwe û artêşa Sameryayê got: “Ev Cihûyên ketî çi dikin? Wê her tiştan ji nû ve ava bikin? Gelo wê qurban serjê bikin? Wê di rojekê de biqedînin? Wê di nav komên molozan de ma wê keviran jîndar bikin? Hemû şewitî ne!”

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Nehemya 4:2
17 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Wê gavê gelê welêt Cihûdayî tirsandin û hêviyên wan şikandin ku dev ji avakirinê berdin.


Di dema pîrozkirina sûrên Orşelîmê de, li ku derê Lêwiyiyek hebe peyda kirin û anîn Orşelîmê ku şahî û şikirdariyan bi zîl, çeng û tembûran bikin.


Ji ber ku Xwedê ew bi şabûneke mezin şa kiribû, wan wê rojê bi şahiyeke mezin gelek qurban serjê kirin. Jin û zarok jî gelek şa bûn û şahiya Orşelîmê ji dûr ve hat bihîstin.


Lê Cihûdayiyan digot: “Hêza barkêşan kêm dibe. Ewqas moloz hebin, em nikarin sûran lê bikin.”


Jinûveavakirina sûran di pêncî û du rojan de ango di bîst û pêncê Êlûlê de qediya.


Dibêjin, «Werin em wan tune bikin, bila nebin milet, Bila êdî navê Îsraêlê neyê bibîranîn!»


“Di rojên Hîzqiyayê Padîşahê Cihûdayê de, Mîxayê Moreşetî pêxemberî kir û ji tevahiya gelê Cihûda re got: ‘Xudanê Karîndar wiha dibêje: “‘Wê Siyon wekî zeviyekê bê ajotin Û Orşelîm bibe şikêra keviran. Wê çiyayê Mala Xudan bibe girê daran.’


“Ma hûn nabînin ku ev gel dibêje: ‘Xudan du binemalên ku wî hilbijartin, red kirin’? Ew gelê min kêm dibînin û wekî milet nahesibînin.”


“Îcar bizanibe û fêm bike. Ji dema emrê jinûveavakirina Orşelîmê derketiye, heta ku serwerê kifşkirî bê, wê heft car heft dem derbas bibin. Wê di nav şêst û du heft deman de, Orşelîm ji nû ve bi kuçe û xendekên xwe ve bê avakirin. Lê wê ev di dema tengasiyê de çêbe.


Ya Xudan, min nav û dengê te bihîst. Ya Xudan, li ber kirinên te ez şaş û metel mam. Di dema me de jî wan tiştan bike, Di dema me de jî wan bide zanîn. Lê çaxê tu hêrs dibî, dilovaniya xwe jî bi bîr bîne.


Wê rojê wê Xudan şêniyên Orşelîmê biparêze. Wê rojê wê kesê di nav wan de herî sist, wekî Dawid be. Mala Dawid jî wekî Xwedê be, wekî milyaketê Xudan be ku li pêşiya wan be.


Ma roja çêkirina tiştên biçûk kî kêm dibîne? Gava mirov di destê Zerûbbabîl de benikê pîvanê bibînin, wê şa bibin. Ew heft qendîl çavê Xudan in. Ew li seranserê dinyayê digerin.


Lê belê Xwedê, ji bo ku şehrezayan bide şermkirin, tiştên dinyayê yên bêaqil bijartin; û Xwedê, ji bo ku yên hêzdar bide şermkirin, tiştên dinyayê yên qels bijartin.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ