16 Piştî wê rojê nîvê xulamên min kar dikin û nîvê mayî rahiştin rim, mertal, kevan û zirxan. Serek li pişt tevahiya Mala Cihûda bûn
Gava dijminên me bihîst ku fena wan li me eşkere bûye û Xwedê betal kiriye, her kesê ji me vegeriya sûran ku karê xwe bike.
ku avakarên sûran biparêzin. Barkêş bi destekî xwe barê xwe, bi destê din jî çek hildigirtin.
Ne min, ne birayên min, ne xulamên min, ne jî nobedarên min, tu kes ji me cil û bergên xwe dernedixistin. Çekê her kesî di destê wî de bû.
Çavê min li ser zilamên dilsoz ên welat e, Ez dixwazim ew li ba min rûnên; Yê ku li ser riya rast e, ewê ji min re bike xizmet.
Wê ji bo serî tê re derbas be, dora wê vekirî bê hiştin. Ji bo ku neqete, tê dora wê mîna berstûk veçinî û bidirûyî.
Hemûyan şûrên xwe hildane, Şervanên perwerdekirî ne, Ew di sawa şevê de ne, Şûrê wan li ser qorika wan e.
Hespan amade bikin, siwar bin! Kumzirxên xwe li xwe bikin, tevdîra şer bikin! Rimên xwe tûj bikin, zirxên xwe wergirin!