14 Piştre min li van tiştan nihêrî, rabûm û min ji pêşeng, peywirdar û gel re got: “Ji wan netirsin! Rebê mezin û biheybet bi bîr bînin û ji bo bira, kur, keç, jin û malên xwe şer bikin.”
Min digot: “Ya Xwedayê Ezmanan Xudan! Ya Xwedayê mezin û biheybet ê ku tu bi kesên ji te hez dikin û emrên te pêk tînin re bi dilsozî peymanê pêk tînî.
Ey tu, Xwedayê rizgariya me, Di dadperweriyê de, Bi karên tirsdar didî bersîva me. Ey tu, yê li çaraliyên dinyayê, Hêviya wan ên dûr ên li ser deryayê;
Wê Padîşahê Bakur, kesên ku peyman xera kirine bi şelafî û hîlekarî bikişîne aliyê xwe, lê gelê ku Xwedayê xwe nas dike wê bi mêrxasî li dijî wî derkeve.
Tenê li dijî Xudan ranebin û ji gelê welêt netirsin. Çimkî emê wan wekî pariyek nan bixwin û biqedînin. Siya ku wan xwe spartiye rabûye û Xudan bi me re ye. Ji wan netirsin.”