Nehemya 3:14 - Kurmanji Încîl14 Malkiyayê kurê Rêxavê serekê navçeya Bêthakkeremê, Dergehê Ziblê ji nû ve ava kir. Wî ew ava kir û bask, zirze û destikên deriyan pê ve kirin. အခန်းကိုကြည့်ပါ။ |
Gava Yêhû ji wê derê çû, rastî Yehonadavê kurê Rêxav hat ku hatibû pêşwaziya wî. Silavê lê kir û got: “Bi qasî ku dilê min bi te re rast e, gelo dilê te jî bi min re rast e?” Yehonadav got: “Belê, bi te re rast e.” Yêhû jê re got: “Nexwe ka destê xwe bide min.” Yehonadav destê xwe da wî. Yêhû ew li ba xwe li erebeyê siwar kir.