46 Çimkî di demên berê de, di rojên Dawid û Asaf de, serekê stranbêjan û stranên pesindanê ji bo Xwedê hebûn.
Stranbêj serekên binemalên Lêwiyiyan bûn û li odeyên Perestgehê diman. Ji ber ku şev û roj karê wan hebû, karekî din nedikirin.
Mattanyayê serekê duakirin û pesindanê kurê Mîxayê kurê Zavdiyê kurê Asaf, Baqbûqyayê di nav birayên wî de peywirdarê diduyan bû û Evdayê kurê Şammûayê kurê Galalê kurê Yedûtûn.
Ma li warê xerîbiyê, Em çawa dikarin strana Xudan bêjin?
Bi rastî jî, Xwedê ji Îsraêlê re, Ji dilpaqijan re qenc e.
Ey Xwedê, hiş nebe, Bêdeng û bêtevger nemîne ey Xwedê!