43 Ji ber ku Xwedê ew bi şabûneke mezin şa kiribû, wan wê rojê bi şahiyeke mezin gelek qurban serjê kirin. Jin û zarok jî gelek şa bûn û şahiya Orşelîmê ji dûr ve hat bihîstin.
Dengê qîrînên şahiyê û dengê girînê tevlihev bûbû û gel ev deng ji hev cuda nedikir. Gel ewqas zêde diqîriya û şa dibû ku dengên wan ji cihên dûr jî dihat bihîstin.
Alîkariya şîndarên Siyonê bikim Di şûna xweliyê de, tacê deynim serê wan, Di şûna şînê de, rûnê şahiyê bidim wan Û di şûna ruhgiraniyê de, cilê pesindanê bidim wan. Wê ji wan re darberûyên rastiyê bê gotin, Şaxên ku Xudan danîne Ku berziya wî nîşan bidin.
wê dengê kêf û şahiyê, dengê bûk û zavê were. “‘Ji Xudanê Karîndar re şikir bikin, Çimkî Xudan qenc e. Dilovaniya wî her û her e. Çimkî ezê welêt vegerînim firehiya berê’” dibêje Xudan.
Hûnê di rojên şahiyan de, di cejnên heyva nû de û di cejnên din de li ser qurbanên aştiyê û şewitandinê li boriyê bixin. Bi vî awayî hûnê li ber Xwedayê xwe bên bibîranîn. Ez Xwedayê we Xudan im.”
Lê gava ku serekên kahînan û Şerîetzanan karên nedîtî yên ku Îsa dikirin dîtin û dengê zarokan bihîstin ên ku di Perestgehê de digotin: «Hosanna ji Kurê Dawid re!», hêrs bûn
Elaleta ku li pêşiya wî diçû û yên ku li pey dihatin weha diqîriyan û digotin: «Hosanna ji Kurê Dawid re! Yê ku bi navê Xudan tê pîroz be! Li bilindahiyên herî jorîn Hosanna!»