31 Min serekên Cihûdayê derxistin ser sûran û du komên mezin tayîn kirin ku ref bi ref bimeşin û spas bikin. Yek ji wan ji aliyê rastê ve ber bi Dergehê Ziblê ve dimeşiya.
Dawid hemû serekên gelê Îsraêl; serekên eşîran, serdarên yekîneyên ku xulamiya padîşah dikirin, serhezar, sersed, berpirsiyarên tevahiya mal û keriyên padîşah û kurên wî, peywirdarên qesrê, mêrxas û şervanên hêzdar, li Orşelîmê civandin.