24 Serekên Lêwiyiyan jî ev in: Haşavya, Şêrêvya, Yêşûyê kurê Qadmiyêl û birayên wan ên li pêşberî hev ku li gorî emrê Dawidê zilamê Xwedê pesin û şikirdariyê dikin.
Ji bo ku li ber Sindoqa Xudan xizmetê bikin, navê Xwedayê Îsraêl Xudan bilêv bikin, şikir bikin û pesindanê xwe pê bikin, wî ev Lêwiyî peywirdar kirin:
Mattanyayê serekê duakirin û pesindanê kurê Mîxayê kurê Zavdiyê kurê Asaf, Baqbûqyayê di nav birayên wî de peywirdarê diduyan bû û Evdayê kurê Şammûayê kurê Galalê kurê Yedûtûn.
û birayên wî Şemaya, Ezarêl, Mîlalay, Gîlalay, Maey, Natanêl, Cihûda û Hananî bi amûrên muzîkê yên Dawidê zilamê Xwedê dimeşiyan. Ezrayê Nivîsende jî li pêşiya wan bû.
Yêşû, Banî, Şêrêvya, Yamîn, Eqqûv, Şabbetay, Hodiya, Maesêya, Qelîta, Ezarya, Yozavad, Hanan û Pelaya ku Lêwiyî bûn, Şerîetê ji gel re şirove kirin. Wê gavê gel di cihê xwe de sekinî bû.
Yêşû, Banî, Qadmiyêl, Şevanya, Bûnnî, Şêrêvya, Banî û Kenaniyê ku Lêwiyî bûn derketin ser bilindciyên ku ji bo Lêwiyiyan in û bi dengekî bilind ji Xwedayê xwe Xudan re kir hewar.
Cihûdayî hatin Gîlgalê ba Yêşû. Kalêvê kurê Yefûnneyê Qenîzzî ji Yêşû re got: “Tu dizanî ku Xudan li Qadêş-Barnêayê ji Mûsayê zilamê Xwedê re çi li ser min û te got.