23 Çimkî emrê padîşah li ser stranbêjan hebû ku roj bi roj heqdestê wan hatibû terxankirin.
Di hemû rojên jiyana wî de her roj xwarina wî ji hêla padîşah ve hat dayîn.
Stranbêj serekên binemalên Lêwiyiyan bûn û li odeyên Perestgehê diman. Ji ber ku şev û roj karê wan hebû, karekî din nedikirin.
Di rojên Zerûbbabîl û di rojên Nehemya de tevahiya gelê Îsraêl parên rojane dan stranbêj û dergevanan. Wan par ji bo Lêwiyiyan veqetandin û Lêwiyiyan jî par ji bo ziriyeta Harûn veqetandin.