39 Îsraêlî û Lêwiyî, wê pêşkêşiya rakirina dexil, şeraba nû û zeyta wê bînin odeyên ku taximên Pîrozgehê, kahinên xizmetkar, dergevan û stranbêj li wir in. Êdî emê dev ji Mala Xwedayê xwe bernedin.”
Ew hatin û ji dergevanên bajêr re qîriyan. Wan got: “Em çûn artêşgeha Aramiyan, tu kes li wê derê tunebû, dengê mirovan tune bû. Lê tenê hespên girêdayî, kerên girêdayî hebûn û konên xwe jî hiştibûn.”
Di rojên Zerûbbabîl û di rojên Nehemya de tevahiya gelê Îsraêl parên rojane dan stranbêj û dergevanan. Wan par ji bo Lêwiyiyan veqetandin û Lêwiyiyan jî par ji bo ziriyeta Harûn veqetandin.
“Tê bi Lêwiyiyan re bipeyivî û ji wan re bibêjî: ‘Gava we dehyeka min wekî par ji gelê Îsraêl stand, hûnê dehyeka dehyekê wekî diyarî pêşkêşî Xudan bikin.
Hûnê dehyeka dexlê xwe, şeraba xwe ya nû, rûnê xwe yê zeytê, pez û dewarên xwe yên pêşî, hemû nedrên sozdanê, pêşkêşiyên dilxwaziyê, bexişandinên xwe, li bajarên xwe nexwin.