Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Nehemya 10:37 - Kurmanji Încîl

37 “Emê hevîrê xwe, pêşkêşiyên rakirina dexil, her cure fêkiyên daran, şeraba nû û zeytê yên pêşî ji bo embarên Mala Xwedayê me bînin bidin kahinan. Emê dehyekên axa me ji bo Lêwiyiyan jî bînin. Çimkî di hemû bajarên me yên çewlikî de Lêwiyî dehyekan distînin.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Nehemya 10:37
23 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Herwiha min fêm kir ku parên Lêwiyiyan nedane wan û Lêwiyî û stranbêjên ku xizmet dikirin jî vegeriyane zeviyên xwe.


Paşê tevahiya Cihûdayê, dehyeka dexil, zeyt û şeraba nû yê xwe anîn û xistin embaran.


ji Toviya re odeyeke mezin amade kir ku pêşkêşiyên dexil, gunî, taxim, pêşkêşiyên ji bo kahinan û dehyekên genim, şeraba nû û zeyt li gorî Şerîetê didan Lêwiyî, stranbêj û dergevanan, berê dixistin wê derê.


Paşê min ferman da û wan jî hemû ode paqij kirin. Min taximên Mala Xwedê, pêşkêşiya dexil û gunî careke din anî wir.


divê hûn berê pêşî yê zik, zarokên kur ji bo Xudan veqetînin. Divê nixuriyê heywanên we, yên nêr ji Xudan re bin.


“Tevahiya kurên pêşî ji bo min pîroz bikin. Li Îsraêlê hemû berê pêşî yê zik, dixwazî mirov, dixwazî heywan be, yê min e.”


Ji dera hûn lê dijîn, hûnê wekî pêşkêşiya raberkirinê du nanî bînin. Wê nan ji berê pêşî bin û ji dehan duduyê efayeke arvanê hûr hatibin çêkirin. Wê ji bo Xudan bin û bi hevîrtirş hatibin pehtin.


Xudanê Karîndar dibêje: “Tevahiya dehyekên xwe bînin embarê ku xwarin li mala min hebe û bi vî awayî min biceribînin. Binêrin ka ezê pencereyên ezmanan ji we re vekim an na? Ezê bi ser we de, bi têra we bereketê bibarînim an na?


“Gelo mirov diziya Xwedê dike? Lê hûn diziya min dikin. “Paşê jî hûn dibêjin: ‘Me çi yê te diziye?’ “Hûn dehyek û pêşkêşiyan didizin.


Dixwazî mirov, dixwazî heywan, her berê pêşî yê ku ji Xudan re tê pêşkêşkirin wê ya te be. Lê tê ji bo her kurê pêşî esse berdêlê bistînî. Tê ji bo nixuriyê heywanên qirêj jî berdêlê bistînî.


Lê çawa ku sing û hêta rastê ya pêşkêşiya raberkirinê ji te re ne, wê goştê wan jî, ji te re be.


“Ez xizmeta ku li Konê Hevdîtinê dikin û hemû dehyekên ji gelê Îsraêl tên berhevkirin, wekî par didim Lêwiyiyan.


Eger hevîrê pêşî pîroz be, tevahiya hevîr pîroz e. Eger ra pîroz be, çiqil jî pîroz in.


“Her sal hûnê dehyeka berê xwe bidin ku we ji axa xwe hilaniye.


Hûnê ji berê pêşî yê dexlê xwe, ji şeraba xwe ya nû, ji rûnê xwe yê zeytê û ji hiriya pêşî ya pezê hevring bûye, bidin kahinan.


hûnê ji hemû berê pêşî yê axa Xwedayê te Xudan dide we bicivînin û bixin selikekê. Piştre hûnê herin dera ku wê Xwedayê we Xudan ji bo navê wî tê de be hilbijêre.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ