Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Nehemya 10:36 - Kurmanji Încîl

36 “Li gorî Şerîeta hatiye nivîsandin, ji bo kahinên ku di Mala Xwedayê me de xizmetê dikin, emê kurên xwe û heywanên xwe yên pêşî, dewar û pezên xwe yên pêşî bînin Mala Xwedayê me.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Nehemya 10:36
14 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Wê rojê mirov danîn ser embarên pêşkêşî, berên pêşî û dehyekan ku parên ji zeviyên bajaran hatine û li gorî Şerîetê ji bo kahin û Lêwiyiyan in, li wir berhev bikin. Cihûda ji ber ku kahin û Lêwiyî nobedarî dikirin gelek şa dibû.


ji Toviya re odeyeke mezin amade kir ku pêşkêşiyên dexil, gunî, taxim, pêşkêşiyên ji bo kahinan û dehyekên genim, şeraba nû û zeyt li gorî Şerîetê didan Lêwiyî, stranbêj û dergevanan, berê dixistin wê derê.


“Tevahiya kurên pêşî ji bo min pîroz bikin. Li Îsraêlê hemû berê pêşî yê zik, dixwazî mirov, dixwazî heywan be, yê min e.”


“Tê berê pêşî yê bijare yê axa xwe, bînî Mala Xwedayê xwe Xudan. “Tê karikê, li ber şîrê diya wî nekelînî.


“Her nixurî yê min e. Çi dewar, çi pez, her nixuriyê te, yên min in.


Xudanê Karîndar dibêje: “Tevahiya dehyekên xwe bînin embarê ku xwarin li mala min hebe û bi vî awayî min biceribînin. Binêrin ka ezê pencereyên ezmanan ji we re vekim an na? Ezê bi ser we de, bi têra we bereketê bibarînim an na?


Çimkî her yê pêşî yê min e. Roja min li welatê Misrê li hemû kurên pêşî xist, min ji gelê Îsraêl çi mirov, çi heywan ji bo xwe her yê pêşî veqetandin. Ez Xudan im.”


Yê ku di peyvê de hatiye hînkirin, bila di hemû tiştên qenc de parê bide wî yê ku hîn dike.


Hûnê qurbanên xwe yên şewitandinê, qurbanên xwe yên din, dehyekên xwe, bexişandinên xwe, nedrên xwe yên sozdanê, pêşkêşiyên xwe yên dilxwaziyê û pez û dewarên xwe yên pêşî bînin wê derê.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ