28 “Kesên din ên gel, kahin, Lêwiyî, dergevan, stranbêj, peywirdarên Perestgehê û tevahiya gelên welêt ên ku ji Şerîeta Xwedê veqetiyane, jinên wan, kur û keçên wan, kesên zana û fêmdar,
Bi vî awayî kahin, Lêwiyî, hinek kesên ji gel –stranbêj, peywirdar û dergevanan– li bajarên xwe bi cih bûn. Bi vî awayî tevahiya Îsraêl li bajarên xwe rûniştin.
Herkes ji goştê qurbanê xwar. Îsraêliyên sirgûnê tevî tevahiya kesên din ên tevli wan bûn û xwe ji tiştên mirdar ên miletên derdorê veqetandibûn ku li Xwedayê Îsraêl Xudan vegerin, xwarin.
Bi devê xwe nelezîne, Ne jî bila dilê te li ber Xwedê ji peyivînê re bilezîne. Çimkî Xwedê li ezmanan e, lê tu li erdê yî, Loma bila gotinên te hindik bin.
Lê min ji we re got: Hûnê axa wan mîras bistînin. Ezê wî welatê ku şîr û hingiv jê diherike bi milkî bidim we. Xwedayê we Xudanê ku hûn ji miletên din veqetandin ez im.