14 Ji bo dorpêçkirinê ji xwe re avê bikişîne, Kelehên xwe zexim bike. Bikeve nava heriyê û pê li gilê bike, Qalibên kelpîçan rake.
Min bîr kolan û av vexwar, Min bi binê piyên xwe Hemû çemên Misrê çikandin.
Gelno, helak bibin û bişikên! Kesên li welatên dûr, guhdar bin. Bila herkes tevdîra şer bike, lê hûnê bişikên. Belê, bila herkes tevdîra şer bike, lê hûnê bişikên.
Hespno, rabin herin! Erebeyên şer, mîna haran êrîş bikin! Bila mêrxas herin! Kûşî û Pûtî yên bimertal Û tîravêjên Lûdî herin!
Yê ku wêran dike li dijî te derket, Kelehê biparêze, hay ji rê hebe! Pişta xwe girê bide, tevahiya hêza xwe bide hev.
Çimkî Xudan wê rewnaqiya Aqûb Û Îsraêlê bigihîjîne rewnaqiya berê. Çimkî wêrankeran ew wêran kirin Û rezên wan xera kirin.