4 Çêtirê wan wekî zîwanê ye, Herî dilrastê wan mîna stiriyan e. Lê çawa ku pêxemberên wan ew hişyar kirin, Roja cezakirina wan hat. Niha şaş û metel in.
Çimkî roja Reb Xudanê Karîndar tê. Di wê rojê de, Di Geliyê Dîtiniyê de xirecir, Binpêkirin û tevlihevî tê. Wê bibe gurmegurma dîwaran Û ji çiyayan re bê feryadkirin.
Wê di şûna devî û diriyan de çam, Di şûna gezgezkê de dara mêrsînê şîn bibe. Wê ev yek ji bo Xudan bibe nav û deng, Bibe nîşaneke herheyî ku nayê avêtin.”
Leşkerên bipere yên di nav wan de jî Wê wekî golikên dermalekirî Bizivirin û bi hev re birevin. Wê li cihê xwe nesekinin. Çimkî roja felaketa wan, Roja wan a cezakirinê tê.
Ji ber kirêtiyên xwe, şermezar bûn? Lê wan qet şerm nekir. Ew nizanin rûsorbûn çi ye, Loma jî wê di nav ketiyan de bin, Gava hatin cezakirin, wê biterpilin’” dibêje Xudan.