1 Wey li min! Ez bûm wekî kesê piştî berhevkirina fêkiyên havînê Û piştî çinîn û efarekirina tirî, gûşiyek jî nabîne. Hejîrên beriya havînê neman ku dilê min diçê!
Wê tenê jibermayî bimînin. Çawa ku darzeytûn hatibe daweşandin, Wê li ser guliyên jorîn du sê heb bimînin, Wekî li ser çiqlên dara fêkiyê, Çar pênc lib bimînin. Ev e gotina Xwedayê Îsraêl Xudan.
Em ji her aliyê dinyayê lavijan dibihîzin. Dibêjin: “Rûmet ji Yê rast re.” Lê min got: “Ez nemam, ez nemam. Wey li min! Bêbextan bêbextî kir, Bêbextan gelekî bêbextî kir.”
Ax dayika min! Wey li min ku te ez anîm dinyayê! Ez bi tevahiya welêt re pevçûn û berberiyê dikim! Ne min bi deyn stand, ne jî min bi deyn da, Lê herkes nifir li min dike.
Çimkî min dengê jinekê bihîst Ku ketiye ber zarokan Û êşa zikê pêşî dikişîne. Ev qîrîna Siyona keç bû, Ew bi destên vekirî û bêhnçikandî dibêje: “Wey li min! Ez li ber kujeran xayîs bûm.”
“Li kuçeyên Orşelîmê virde wêde dibezin, Lê binêrin û fêm bikin, Li meydanên bajêr bigerin. Gelo hûnê zilamekî heqiyê dike Û li rastiyê digere bibînin Ku ez bajêr bibexişînim?
“Min Îsraêl li çolê wek weşiyeke tirî dît, Bav û kalên we wekî berê pêşî yê darhejîrê dît. Lê ew hatin Baal-Peorê û xwe spartin tiştê şermê, Bi qasî tiştê ku jê hez dikirin kirêt bûn.