7 Gelo wê Xudan bi hezaran beran An hezar çemên bi zeytê diherikin kêfxweş bibe? Ma ez ji bo gunehê xwe kurê xwe yê pêşî, Ji bo sûcê canê xwe, berê bedena xwe bidimê?
Kurê xwe di êgir de kir qurban. Wî sêrbazî û remildarî kir. Cinbaz û kesên bi ruhan dişêwirîn bikar anî. Wî gelek tiştên di çavê Xudan de xerab in kirin û Xudan hêrs kir.
Wî kurê xwe yê mezin yê ku piştî wî li ser textê padîşahiyê rûne anî ba xwe û li ser sûrê wekî qurbana şewitandinê, pêşkêş kir. Li ser vê yekê di nav Îsraêlê de hêrseke mezin çêbû. Ji ba wî koç kirin û vegeriyan welatê xwe.
Wan ji Baal re bilindciyên perizînê ava kirin ku zarokên xwe li ser êgir bikin qurban. Min tiştekî wiha li wan emir nekir. Min ev negot, di serê xwe re jî derbas nekir.’”
Hûn çima ji min re guniyê Sebayê Û qamîşê bêhnxweş ê welatên dûr tînin?! Ez pêşkêşiyên we yên şewitandinê qebûl nakim Û qurbanên we jî, ne bi dilê min in!”
Wan li Tofeta li Geliyê Ben-Hînnomê, bilindciyên perizînê çêkirin. Wan xwest ku li wir kur û keçên xwe bikin qurban. Lê min ev yek li wan emir nekiribû. Di hişê min de jî derbas nebûbû.’”
gava ez wan têk bibim û bi xêr û silamet vegerim, ezê kesê pêşî yê ku di deriyê mala min re derkeve ku pêşwaziya min bike, bidim Xudan û wî wekî qurbana şewitandinê pêşkêş bikim.”
Lê Samûêl got: “Ma Xudan ji guhdariya dengê xwe zêdetir, ji pêşkêşî û qurbanên şewitandinê hez dike? Guhdarîkirin ji qurbanan û îtaetkirin ji bezê beranan çêtir e.