5 Xudan wiha dibêje: “Ya pêxemberên ku gelê min ji rê derdixin! Ya hûn ên ku ji kesên ku we têr dikin re ‘Aştî!’ Û ji kesên ku we têr nakin re ‘Şer!’ dibêjin.
Ez li dijî wan pêxemberan im ku bi xewnên derewîn pêxemberiyê dikin.” Ev e gotina Xudan. “Tevî ku min ew neşandine û hînî wan nekiriye, ew derew û pesindanên xwe yên pûç bi gelê min didin zanîn û wan ji rê derdixin. Tu feydeyeke wan ji vî gelî re tuneye.” Ev e gotina Xudan.
Pêxemberên te dîtiniyên pûç û derewîn li ser te dîtin. Wan sûcên te dernexistin meydanê Ku tu vegerî firehiya berê. Erê wan peyamên pûç û xapînok li ser te dîtin.
Serekên bajêr bi bertîlan serweriyê dikin, Kahinên wî bi pere hîn dikin, Pêxemberên wî jî bi pere falbazî dikin. Lê wekî ku xwe spartibûn Xudan, Dibêjin: “Ma qey Xudan ne bi me re ye? Wê tiştek neyê serê me!”